• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Saziyên çand û hunerê: Em li dijî tiryakê jiyanê diparêzin

Amed / AW

1 TEBAX 2026 - 12:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên çand û hunerê yên li Amedê li dijî belavbûn û bikaranîna tiryakê bi dirûşma “Em li dijî tiryakê jiyanê diparêzin” daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Hunermend Elvan Koçer daxuyanî da û ev bang kir: “Kuçeyên me fetisîne. Em ê bi hunerê jiyanek nû ava bikin.”

Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be di 6ê Tîrmehê de li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezan a Amedê pêngava “Rabin” da destpêkirin. Saziyên Çand û Hunerê ku pêkhateyên Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be ne bi dirûşma “Em ê bi reng û dengê hunera xwe li hemberî tiryakê têbikoşin û jiyaneke nû ava bikin” li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek endam û rêveberên sazî û dezgehên çand û hunerê di nava de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bi reng û dengê hunera xwe li hemberî tiryakê têbikoşin û jiyaneke nû ava bikin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de li ser navê kedkarên çand û hunerê şanoger Elvan Koçer metna daxuyaniyê ya bi serenavê “Em li dijî tiryakê jiyanê diparêzin!” ku bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî bû xwend.

‘Çeteyên şerê taybet hespên xwe di nav taxên me de dibezînin’

Elvan Koçer qala rewşa ciwanan ê ketine nava tîryakê de kir û wiha got: “Rewş xerab e ! Hişbir ketiye nav hemû kolanên me. Kuçeyên me fetisîne. Ciwanên me têne mane. Çeteyên şerê taybet hespên xwe di nav taxên me de dibezînin. Hişbir, fuhûş, bahîs wek vîrûsek ketiye nav civakê ! Roj bi roj, kêlî bi kêlî belav dibe.”

Elvan Koçer daneyên lêkolînan parve kir û wiha axivî: “Encamên lêkolînan dibêje temenê bikaranînê ketiye heta 9 salî. Zarokên me yên 9 salî êdî bi kar tînin. Ev ji bo civakekê divê neyê qebûlkirin. Em wek hunermendên Amedê qebûl nakin. Ji wan zarokan lêborîna xwe dixwazin.”

Elvan Koçer bang li hemû sazî û rêveberiyên herêmê kir û wiha got: “Ciwanan li kolanên vala, tenêtiyê û bêhêvîtiyê nehêlin. Hejmara navendên çand û hunerê, tesîsên werzişê û cihên taybet ji bo ciwanan zêde bikin. Taxan ne tenê bi asfaltê, lê bi çand, huner, piştevanî û jiyanê xurt bikin. Ji ber ku xebata herî mezin a ji bo pêşerojê parastina ciwanan e parastina civakê ye.”

‘Hişbirê wek amûrek şerê taybet bikar neynin’

Elvan Koçer banga li bo dewletê jî kir û axaftina xwe wiha domand: “Hişbirê wek amûrek şerê taybet bikar neynin. Ev rêbaz dê li we vegere. Berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Pêşî li van çete û torên hişbirê bigrin. Em di nûçeyan de dibînin di nav van tiştên qirêj de ji emnîyet heya leşkeran gelek kes derdikevin. Cezayên wan bidin.”

Her wiha Elvan Koçer daxuyaniyê bi van gotinan bidawî kir: “Em sînemager, şanoger, muzîkjen, govendger û wênesazên dilsozên vî welatî, em hunermendên vî welatî, em ê bi hunera xwe, li kuçe û kolanên Kurdistanê, li gund û bajarên Kurdistanê rê nedin fihûş û tiryakê. Em ê bi hunerê jiyaneke nû ava bikin.”

Etîket: Elvan KoçerPlatforma Şiyar Besaziyên çand û hunerêtiryak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê li dijî hişbir û fihûşê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve’

‘Divê li dijî hişbir û fihûşê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve’

1 TEBAX 2026
Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

30 TÎRMEH 2026
BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

30 TÎRMEH 2026
Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

28 TÎRMEH 2026
Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

28 TÎRMEH 2026
‘Em ê li her kuçeyên Sûrê li dijî bikaranîna hişbirê têbikoşin’

‘Em ê li her kuçeyên Sûrê li dijî bikaranîna hişbirê têbikoşin’

28 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne