• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Qanûna çarçoveyî divê li ser mutabakateke hevpar pêk were

Enqere / AW

31 TÎRMEH 2026 - 15:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dan û standin berdewam dikin û wiha got: “Dan û standin hê negehiştine encamê. Cudakarî helbet hene. Lê ji bo lihevkirinek li ser pêşnûmeyê çêbibe muzakere berdewam dikin. Qanûna çarçoveyî divê li ser mutabakateke hevpar û bi tevlîbûna hemû beşan pêk were.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên rojevê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Ayşegul Dogan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku rojeva serekê ya siyasetê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û wiha axivî: “2 roj berê Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya me civiya û rojeva me ya serekê jî qanûna çarçoveyî bû. Divê meclis heta nekeve betlaneyê qanûn derbikevin lihevkirina heyî girîng e. Ji bo gava yekem a qanûnî amadekarî tên kirin. Qanûn pir krîtîk e. Çareserî tenê bi çêkirina qanûneke û vegerê pêk nayê. Em qala pirsgirêkek sed salan dikin. Em di pêvajoyeke ku vê pirsgirêka sed salî çareser bike û qanûna biratiyê ava bike re derbas dibin. Em bang li partiyên siyasî dikin ku li gor vê hesasiyetê tevbigerin. Ew yek divê li gor hesabên teng a siyasî nayê dest girtin. Em xebatên xwe li gor vê hesasiyetê dikin û niha şûn vê jî wisa bikin.”

‘Divê şert û mercên birêz Ocalan ben sererastkirin’

Ayşegul Dogan diyar kir ku li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dan û standin didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dan û standin hê negehiştine encamê. Cudakarî helbet hene. Lê ji bo li hevkirinek li ser pêşnûmeyê çêbibe muzakere berdewam dikin. Qanûna çarçoveyî divê li ser mutabakateke hevpar û bi tevlîbûna hemû beşan pêk were. Piştî qanûn derket serdemeke nû dê dest pê bike û ew qanûn dê bibe çavkaniya qanûnên nû. Ji bo wê zimanê qanûn û naverok ji bo me pir girîng e û lihevkirina li ser vê yekê pir girîng e.”

Ayşegul Dogan li ser nûçeyên derbarê rewşa Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ev tişt gotin: “Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye. Li gor rastiya pêvajoyê jî divê şert û mercên hiqûqî yên birêz Ocalan bên sererastkirin. Divê mekanîzmayên pêwîst bên avakirin û li dijî pirsgirêkên derbikevin tedbir bên girtin.”

‘Divê dev ji zimanê dijber û dijminatî bê berdan’

Ayşegul Dogan bal kişand ser zimanê çapemeniyê li dijî pêvajoyê û wiha pê dê çû: “Bikaranîn ziman pir girîng e. Divê ziman bibe zimanê aştiyê. Dev jî ji zimanê dijber û dijminatiyê bê berdan. Divê hessasiyet ber bi çav bên girtin. Em di zimanê xwe de baldar in divê hemû kes jî bikaranî ziman baldar be. Bi vê pêvajoyê hemû welatiyên Tirkiyeyê dê sûd bigirin. Hemû welatiyên Tirkiyeyê ji şer û pevçûnan êşên mezin kişandin. Niha ew serdem bi dawî dibe. Ji bo wê jî hewcehî bi zimanekî nû yê çêkir heye.”

‘Helwesteke yek alî nebe’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê qanûn bingeheke xurt ji bo aştî û demokrasiyê vebike û wiha got: “Dibe ku qanûn demkî be lê divê bandora wê demdirêj be û bingeha aştî û demokrasiyê vebike. Em li bendê ne meclis li ser dîrokê daxuyaniyê bide. Ji bo wê jî saet û demên li pêş me pir bi krîtîk in.”

Her wiha Ayşegul Dogan têkildarî pirsên rojnamgeran a li ser fikarên ku AKP yek alî pêşnûmeyê amade bike jî diyar kir ku divê neşênberbûnên pêvajoyê derbas bibin û li ser pêşnûmeyê raya giştî jî bê agahdarkirin û wiha got: “Ev pêvajo ne yek alî ye. Divê mutabakateke hevpar pêk were. Ji bo wê jî divê helwesteke yek alî nebe. Pêvajo divê li gorî ruhê pêvajoyê bibe. Ji bo wê jî divê li gorî muzakereyê be. Divê naveroka qanûnê berfireh bibe û hemû kesan bigire nava xwe.”

Etîket: Ayşegul DoganPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkqanûna çarçoveyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dogan: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike

Dogan: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike

19 MIJDAR 2026
Kurtulmuş: Komîsyona Çavdêriyê dê di demek nêz de dest bi kar bike

Kurtulmuş: Komîsyona Çavdêriyê dê di demek nêz de dest bi kar bike

19 MIJDAR 2026
Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026
Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

16 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

8 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne