Li navçeya Farqînê ya Amedê di navbera sê gundan de şewat derket. Di encama şewatê de axur, embara êzingan û stûnên elektrîkê bûn şewitîn.
Li gundên Hacîca, Avanekê û Weysikanê Jêrîn ên navçeya Farqînê ya Amedê ji ber sedemek ku hêj nehatiye diyarkirin şewatek derket. Şewata ku bi bandora bayê di demeke kurt de belav bû, bi mudaxeleya tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û personelên Şaredariya Farqînê hat kontrolkirin.
Di encama şewatê de li gundê Hacîcayê axurek, embara êzingan, gelek dar û nêzî 10 stûnên elektrîkê şewitîn. Ji ber zirara stûnan, li herêmê elektrîk hat birîn.
Piştî bûyerê Hevşaredarên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen çûn herêma şewatê lêkolîn kirin û peyama hevgirtinê û selametiyê dan gundiyan.
Keyayê gundê Hacîcayê Mahsum Înatçi diyar kir ku zirareke mezin gihîştiye wan û got: “Em sedema derketina şewatê hêj nizanin. Zirarên mezin gihîştine gundiyên me. Em daxwaz dikin ku herkes baldar be û ji tevgerên ku dibin sedema şewatê dûr bisekinin. Em spasiya tîmên agirkujiyê dikin ku bi lez şewat tefandin.”
‘Îhmalek biçûk dikare bibe sedema windakirina can û mal’
Hevşaredar Sevîm Bîçîcî jî li ser girîngiya baldariyê rawestiya û wiha axivî: “Şewat bi bandora bayê re pir bi lez pêş de çû. Tîmên me bi awayekî koordine destwerdan kirin û şewat hat kontrolkirin. Em di meha havînê de ne, îhmalek piçûk dikare bibe sedema windakirina can û mal. Em hêvî dikin ku herkes bi baldarî nêzî vê mijarê bibe.”

















