Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li dijî tundiya li ser jinan, li Parka Rojava ya Peyasê çalakî li dar xist. Jinan belavok belav kirin û ji bo têkoşîna li dijî tundiyê bi gel re civiyan.
Bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasa Amedê, bi boneya bilindkirina hişmendiya li dijî tundiya li ser jinan, bi dirûşmeya “Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re bisekinînin!” çalaki hat lidarxistin. Di çalakiyê de jinan belavok belav kirin û bi armanca hişmendiya li dijî tundiyê bi gel re civiyan. Di çalakiyê de stand hate danîn û derheqê xebatên şaredariyê yên ji bo li dijî tundiyê de sînevîzyon hate nîşandan. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Xelkê bi kelecanî jinên çalakvan pêşwazî kir û piştgiriya xwe nîşan da.














