Li Seydîkemera Mûglayê agir bi bandora baya zêde belav dibe û xebatên vemirandinê didomin. li Alaşehîra Manîsayê jî agir piştî mudaxeleyan hat vemirandin lê 40 hektar qad şewitî.
Li navçeya Seydîkemer a Mûglayê, şewateke ku di qadeke çandiniyê de li nêzî Taxa Baû Bayirê berê sibê dest pê kiribû, ji ber baya zêde derbasî qada daristanan bû. Ji serê sibê ve Tîmên Rêveberiya Herêma Daristanan a Mûglayê sewqî herêmê hatine kirin û ji bo kontrolkirina agirê ku mezin dibe; bi awayekî hewayî û bejayî mudaxale didome.
Şewata li Manîsayê hat vemirandin
Li aliyê din, li navçeya Alaşehîr a Manîsayê ku li nêzî Taxa Kemaliyeyê agireke di nav darên zeytûnan û makiyan de derketibû, di encama mudaxeleyên hewayî û bejayî de hate vemirandin. Di encama xebatên Tîmên Rêveberiya Giştî ya Daristanan û Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê de agir hat kontrolkirin. Her wiha hat ragihandin ku ji ber agir, li ser rêya bejahî ya Îzmîr-Uşakê ya li nêzî Taxa Kemaliyeyê jî tedbîr hatine girtin.
40 hektar qad zirar dît
Di encama şewata li Alaşehirê de, nêzîkî 40 hektar qada daristanî û çandiniyê zirar dît. Niha tîmên agirkujiyê û daristanê ji bo ku careke din agir dernekeve li herêmê bi xebatên sarkirin û kontrol kirinê re mijûl in.














