Li taxa Bagerê ya navçeya Hewagê civîna civaka demokratîk hat lidarxistin. Di civînê de welatiyan li ser avakirina komûnan û girîngiya birêxistinkirina jiyanê nîqaş kirin.
Li taxa Bagerê ya gundewarê navçeya Hewagê ya Rihayê civîna civaka demokratîk hat lidarxistin. Civîn li qada gund hate çêkirin û Hevşaredara Hewagê Aygul Kapikayali, nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatî tevlî bûn.
‘Di her qada jiyanê de divê komûn werin avakirin’
Civîna komûnê ji bo bîranîna yên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser qonaxa ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyp agahdarî hatin dayîn. Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya avakirina jiyana demokratîk û welatiyan fikarên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku ji ber dewlet gavan navêje hesta “baweriyê” roj bi roj qels dibe û destnîşan kirin ku rehetiya civakî û demokratîkbûn rasterast bi gavên dewletê re têkildar e.
Di civînê de hat diyarkirin ku tevkariya herî mezin a welatiyan ji bo vê pêvajoyê ew e ku di her qada jiyanê de bi têkoşîn û rêxistina xwe tevbigerin. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Komûn gavên herî bingehîn ên vê pêvajoyê ne. Divê em tevahiya jiyana xwe bi komûnan misoger bikin û bihêz bikin. Li malê, li qadê, li fabrîkayê, divê em li her derê torên piştgiriyê bi awayekî bihêz bihûnin. Divê em qadên komûnan yên ku em ê ziman, nasname û çanda xwe tê de bi awayekî zindî bihêlin, ava bikin.”
Civîna civaka demokratîk piştî pirs û bersivan bi dawî bû.
















