Îzmîr – Rojnameger Rêşad Sorgul piştî 7 berheman, vê carê wergerandina “Manîfestoya Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî kir û ev bi awayekî dengî pêşkêşî guhdaran kir. Rêşad Sorgul diyar kir ku dê pirtûk piştî xebatên redaksiyonê weke pirtûk were çapkirin.
Rojnameger û nivîskar Rêşad Sorgul “Manîfestoya Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zimanê Tirkî wergerand zaravayê Kurmancî yê Kurdî û li ser hesabê xwe yê YouTubeyê bi awayeke dengî pêşkêşî guhdaran kir. Wergera vê berhema ku nîqaşên li ser modernîteya kapîtalîst, rexneya pergala netew-dewletê û pêkanîna aştiyê û avakirina civaka demokratîk cih digirin, êdî li qada dîjîtal jî li ber destan e.
Rêşad Sorgul manîfestoyê weke 4 beşan di qenala xwe ya YouTubeyê de belav kiriye û ew bi xwe dixwîne. Ev her çar beş bi giştî 6 saet digire û Rêşad Sorgul bi zimanek fesîh û zelal dixwîne û bi zêr û ber kiriye.
Rêşad Sorgul pêvajoya wergerandin û girîngiya xebata xwe ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
Girîngiya wergêrê
Rêşad Sorgul diyar kir ku berhem ji aliyê komeke xebatê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd ve ji nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye terxankirin û ragihand ku berê jî 7 berhemên Rêberê Gelê Kurd wergerandiye û bi saya tecrûbeyên berê, di warê têgînên teorîk û felsefîk de vê carê zêde zehmetî nedîtiye. Rêşad Sorgul derbarê wergerê de ev yek anî ziman: “Mixabin ya ku min kiriye werger e, lê ya rastî min hez dikir ku ne wergerê lê adaptasyonê bikim. Ji ber ku min di vê wergerê de careke din fêhm kir ku divê gotinên îdeolojîk tu bi zimanê xwe bikî yanî tu wergerînî jî divê rasterast ne werger be, gotin di cîh de be, divê mirov kirasê wê li gorî rastiya xwe û zimanê xwe bifesilîne û biedilîne.”
Girîngiya xebatên dîjîtal
Her wiha Rêşad Sorgul destnîşan kir ku di çarçoveya zimanê Kurdî de pêşxistina naverokên dîjîtal û xurtbûna aqlê çêkirî (Al) rasterast bi hewldanên gelê Kurd pêkan e û wiha got: “Karûbarên çandî, wêjeyî û zimanî ruh û can didin hebûna me. Lewma divê her Kurd kêm zêde xebatekê li ser tor û tevna dijîtal bide kirin. Di warê Kurdî de aqlê çêkirî qels e, ji ber ku em qels in, xebatên me jî qels in. Em çiqasî xwe bi hêz bikin, wê aqilê çêkirî (Al) jî ewqasî bi hêz bibe.”
Pirtûk dê bê çapkirin
Her wiha rojnameger Rêşad Sorgul da zanîn ku niha di deste wî de tekstên dokumentera “Vejîna Kurd” jî heye û ji bo wergerandina wan hewl dide.
Rêşad Sorgul bi bîr xist ku ev berhem piştî xebata redaksiyonê ya ku ji aliyê rojnameger Luqman Guldivê ve tê birêvebirin, ji hêla Koma Xebatê ya Tevgera Azadiyê ve weke pirtûk jî bê çapkirin.














