Li Semsûrê di konsera hunermend Rojda de bi deh hezar kes hatin cem hev. Di konsera ku coş gihîşt asta herî jor de, bi deh hezaran kes bênavber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir.
Stranbêj Rojda Li Semsûrê bi beşdariya qelebalix konserek bêhempa li dar xist. Ji bo konserê ji bilî xelkê herêmê, ji gelek bajaran û bi taybetî ji Riha û Amedê bi bi sedan kes hatin konserê. Qada konserê di demeke kurt de ji aliyê bi hezaran kes ve tije bû.
Mêvanên ku qad tije kirin, bi dovîzên “Jin, jiyan, azadî” qad xemilandin. Dema ku Rojda derket ser dikê, coşa li qadê gihîşt asta herî jor. Rojda di destpêka axaftina xwe de parlamenterê berê yê HDPê Sirri Sureyya Onder ê ku kedeke mezin da pêvjoya Aştî û Civaka Demokratîk û di Şandeya Îmraliyê de cih girtibû bi rêzdarî bi bîr anî. Rojda strana “Tirêna Kurtalanê” ji bo Onder got.
Guhdarên di qadê de di heman demê de bênavber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir û li ber stranên Rojda govend gerandin.
Konser coş û peroşek zêde bi dawî bû.





















