• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA: Bikaranîna madeyên hişbirê encama polîtîkayan taybet in

Amed / AW

26 TÎRMEH 2026 - 18:59
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

TJA di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de ku li dijî tiryak, hişbir, fihûş û qûmarê hate destpêkirin, li Parka Korhat a Rezanê daxuyanî da çapemeniyê û got: “Zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir ên li herêmê ne wekî pirsgirêkeke asayîşê ya ji rêzê ye wekî encama polîtîkayên taybet in.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de ku li dijî tiryak, hişbir, fihûş û qûmarê hate destpêkirin, li Parka Korhat a li navçeya Rezanê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên TJAyê, endam û nûnerên partiyên siyasi, endamên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em jin dengê xwe bilind dikin” dinvîsî hat vekirin. Metna daxuyaniyê bi Kurmancî endama TJAyê Arzu Karaman û bi Tirkî jî Tûlîn Aydas xwend.

‘Rewşa pevçûnî ya ku bi dehan sal in li Kurdistanê buye sedema koçberî, xerabûn û wêranbûnê’

Arzu Karaman diyar kir ku hişmendiya serdest zêdetirî sedsalekê ye ku di nêzîkatiya beramberî pirsgirêka Kurd de hişmendiya asîmîlasyonkar, ewlekarîparêz û siyaseta înkarê kiriye bingeh û wiha got: “Bi van polîtîkayên ku mebesta wan piştguhkirina pirsgirêkê ye û ev helwesta xwe domandiye. Rewşa pevçûnî ya ku bi dehan sal in li Kurdistanê berdewam dike, koçberiyên mecbûrî û pêkanînên ewlekariyê bûn sedema xerabûn û wêranbûnên kûr ên civakî. Ji bo şikandina ziman, çand û îradeya gelê Kurd a ji bo jiyana azad a li ser axa xwe ji bo paşvexistina têkoşîna çareseriyê ya bi biryar û bi îsrar, rêbazên cihêreng hatine sepandin.”

‘Madeyên hişbir, ji bo jinan dibe sedema tabloyeke pir girantir û biêştir’

Arzu Karaman anî ziman ku desthilatdariyên ku di dîroka komarê de peywir ji hev wergirtine, van polîtîkayan bi amûrên cihêreng domandine û wiha pê de çû: “Valakirina gundan, mirov neçarî koçberiya bo metropolên ku ziman û çanda wan nizanin kiriye, ev rewş tevî krîzên kûr ên civakîbûnê, ew ji mafê perwerdehiyê bêpar hiştine. Rastiya ku ev stratejiyên bi salan rasterast sivîlan û avaniya civakî armanc digirin, di encama polîtîkayên “şerê taybet” de hatine pêşxistin, îro di hişmendiya giştî ya civakê de bî zelalî hatiye fêmkirin. Di çarçoveya van polîtîkayan de nemaze madeyên hişbir, ji bo jinan dibe sedema çêbûna tabloyeke pir girantir û biêştir. Tundûtûjî û destdirêjiyên zayendî bûne sîstematîk, dibin sedema marjînalîzekirin, dûrxistina jinan ji jiyana civakî û zêdebûna bûyerên xwekujiya jinan.”

‘Temenê bikaranîna madeyên hişbir daketiye asteke krîtîk’

Arzu Karaman da zanîn kû li herêma ku krîzên ewlekariyê yên demdirêj tê de çêdibin, xirabûna civakî û kûrbûna hesta bêdahatûyê di nav nifşê ciwan de bûye diyardeyeke berbelav û ev tişt gotin: “Di heyama dawî de nemaze li bajêrên wekî Amed, Êlih, Wan û Şirnexê temenê bikaranîna madeyên hişbir daketiye asteke krîtîk û berbelavbûna vê diyardeyê jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Bikaranîna madeyên hişbir ku di nav ciwanan de bi giştî belav dibe, li ser jinên ciwan encamên cihêreng û wêranker çêdike. Em, zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir ên li herêmê ne wekî pirsgirêkeke asayîşê ya ji rêzê, wekî encama polîtîkayên taybet ên ku depasîfkirina hişmendiya polîtîk û civakî ya ciwanan, û feqîrkirin û belavkirina avaniya civakê ya rêxistinkirî armanc dikin dinirxînin.”

‘Ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê divê bi hemû beşên civakê re têkilî bê pêşxistin’

Arzu Karaman herî dawî dest nîşan kir ku parastin û dûrxistina jinên Kurd ji van polîtîkayên qirêj û şerê taybet xwedî girîngiyeke jiyanî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Astengkirina bandorbûna zêdetir a civakê ji van polîtîkayan divê wekî erkeke lezgîn bê destgirtin, ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê divê bi hemû beşên civakê re têkilî bê pêşxistin. Pêkanîna diyalogên rasterast bi jinan re û meşandina vê pêvajoyê di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad de, dê rastiya ku hêza herî têkneçûyî hêza rêxistinkirî ye careke din diyar bike”

Piştî daxuyaniyê 30 deqîqe dest bi çalakiya rûniştinê kirin û dûre daxuyanî bi dawî bû.

Etîket: AmeddaxuyanîfihûşhişbirTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne