• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

Navenda Nûçeyan

26 TÎRMEH 2026 - 14:20
Kategorî: ROJANE
A A
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê raporek nû weşand û ragihand ku li Efrînê sivîlên dixwazin vegerin ser malên xwe rastî gef, şantajên darayî û astengiyan tên. SOHRê ji bo cezakirina berpirsiyaran banga lêpirsîneke serbixwe kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) binpêkirinên berdewam ên li dijî nifûsa herêmî li Efrîna Sûriyeyê belge dike. Li gorî rapora saziyê, kesên ku dixwazin mal an milkên xwe yên berê vegerînin rastî gefên rasterast û şantajên darayî tên. Qala wê yekê tê kirin ku endamên berê yên komên çekdar bi awayekî sîstematîk zextê li ser nifûsa herêmî dikin û ji bo radestkirina mafên wan ên bingehîn daxwaza pereyan dikin.

Li gorî şahidiyên ku ji hêla çavdêriyê ve hatine bidestxistin, welatiyek ji bo wergirtina xaniyê xwe neçar ma ku hezar û 750 dolar bide. Wekî din, ji heman kesî re hate gotin ku ji bo fatûreyên avê yên ji sala 2018an vir ve kombûyî 8 hezar lîreyên Tirkiyeyê û ji bo depoyek avê jî 50î dolar bide. Tevî ku ev pere hatin standin jî xanî di rewşeke vala û talankirî de hate radestkirin. Hate diyarkirin ku birayê heman kesî jî di bûyerek mîna vê de neçar maye hezar û 650 dolar bide; ev rewş nîşan dide ku şantajkirina darayî bûye pratîkek dubare.

‘Eger hûn pere nedin em ê xanî bişewitînin’

Di bûyerek din a li gundê Baflurê de, welatiyekî Kurd rastî zexta endamekî berê yê koma ‘Hemzat’ hat. Vî kesî ji bo valakirina xanî hezar û 300 dolar xwestiye û rasterast gef xwariye ku eger pere neyê dayîn dê xanî hilweşîne yan jî bişewitîne. Li gorî zanyariyên çavdêriyê, Navenda Ewlehiya Giştî ya li Cindirêsê giliya welatî qebûl nekiriye; ji ber vê yekê welatî neçar maye ku pereyê hatî xwestin bide. Her wiha berî ku ew kes ji malê derkeve, têlên elektrîkê yên xanî xera kirine û hin tiştên hindur jî dizîne.

Gefa zindanê li ser xwediyên dikanan

Niştecihên herêmê balê dikişînin ser wê yekê ku daxwaza vegerandina mal an kargehan gelek caran bi tohmetên sexte û gefan encam dide. Li Efrînê xwediyê firoşgehekê diyar kir ku gef li wî hatine xwarin; ji bo ku ew dev ji daxwaza vegerandina firoşgeha xwe berde, gefê pênc salên girtîgehê lê hatiye xwarin.

Banga SOHRê ya ji bo lêpirsîna serbixwe

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li aliyên peywendîdar kir ku lêpirsîneke serbixwe li ser van binpêkirinan bidin destpêkirin, kesên berpirsiyar werin dadgehkirin û mercên wisa werin afirandin ku nifûsa herêmî bêyî zorî û gefan bikaribe milkê xwe vegerîne. Saziyê teqez kir ku ji bo parastina milkên taybet û garantîkirina mafên şêniyên herêmê, pêdiviyek lezgîn bi çêkirina çarçoveyeke qanûnî heye.

Etîket: Çavdêriya Mafên Mirovan a SûriyeyêEfrinSOHR
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Efrînê kampanyaya ‘Mala min mafê min e’

Li Efrînê kampanyaya ‘Mala min mafê min e’

17 ÎLON 2026
Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

Li Efrînê lîwaya leşkerî tê avakirin

26 TEBAX 2026
SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

10 TEBAX 2026
Li Efrînê kesek hat kuştin

Li Efrînê kesek hat kuştin

24 TÎRMEH 2026
Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

20 TÎRMEH 2026
Li Sûriyeyê bedela herî giran zarok didin

Li Sûriyeyê bedela herî giran zarok didin

18 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne