Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku di encama qezaya trafîkê ya li ser rêya Dêrazorê û Şamê de 35 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Îro li ser rêya di nav bera Dêrazorê û Şamê de li nêzî Humsê, 2 otobusên rêwiyan li hev ketibûn.
Rêveberê Daîreya Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Necîb Nasan ragihand ku di encama qezayê de 35 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Derbarê sedemên qezayê de heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.













