Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di FFestîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê de axivî û diyar kir ku dewlet êdî bi maden û talana xwezayê êrîş dike û got: “Em qanûneke ku statuya Birêz Ocalan tê de tune be qebûl nakin.”
Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê ya Çewligê ku ji aliyê rêxistinên navçeyê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat lidarxistin, bi konserekê berdewam kir. Konser li ber avahiya Şaredariya Kanîreşê pêk hat. Li qada konserê pankartên bi nivîsa “Rê nedin talana jeotermalê. Qadên me yên jiyanê ji rantê re vekirî nîn in” û “Civaka azad, xwezaya azad” hatin hildan. Di konserê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn. Coşa konserê ku bi govendê dest pê kir, heta derengiya şevê dom kir.
Peyama Îdrîs Baluken hat xwendin
Di hênasa konserê de peyama siyasetmedarê Kurd Îdrîs Baluken ku ji festîvalê re şandibû hat xwendin. Baluken di peyamê de bal kişand ser girîngiya parastina xwezayê û got: “Bi ked û fedakariyeke mezin vesazkirina Festîvala Xweza û Çandê ya Kanîreşê ji bo me cihê kêfxweşî û şanaziyeke mezin e. Em ji dil bawer dikin ku ev hevdîtina watedar wê li dijî hişmendiya ku xwezaya me talan dike seknekî xurt bafirîne û çand, ziman û nirxên me bide jiyîn. Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e; gihîştina gelan a jiyaneke biheybet, wekhev û azad e.”
‘Em bihostek axa xwe jî nadin wan’
Piştre Parlementerê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku axivî û diyar kir ku li her dera Kurdistanê bi HES û JESan re xwezayê talan dikin û wiha axivî: “Mirovên ku carekê jî nehatine Çewlig û Kanîreşê, nexşeyan axa me li hev par dikin û dixwazin dewlemend bibin. Lê bila baş bizanibin; em ê bihostek ji axa xwe nedin wan. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Piştî banga Birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de em ketin pêvajoyeke nû. Ji vir silavên xwe ji mîmarê aştiyê re dişînin.”
Piştî axaftinê, hevserokên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Parti û DBPê derketin ser dikê û gel silav kirin.
Bayindir: Em qanûna bê statuta Birêz Ocalan qebûl nakin
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî di axaftina xwe de bal kişand ser talana xwezayê û geşedanên siyasî. Bayindir destnîşan kir ku dewlet êdî bi maden û talana xwezayê êrîş dike û bang li ciwan û gel kir ku xwedî li axa xwe derkevin. Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sekinî û wiha peyivî: “Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi aştiyê çareser bibe. Rejîm dibêje di qanûnan de statuya Birêz Ocalan tune ye. Em qanûneke ku statuya Birêz Ocalan tê de tune be qebûl nakin. Ev mesele ne meseleyeke teknîkî ye; ev meseleya heqîqetê û miroviyê ye. Divê deriyên girtîgehan bêne vekirin, hevalên me yên li Ewropayê vegerin axa xwe.”
Bayindir di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku li ser axa xwe bimînin û welatê xwe biparêzin.
Konser bi derketina hunermendan a ser dikê û bi stranan berdewam kir.
















