Sazî û rêxistinên sivîl ên demokratîk bertek nîşanî girtina kesên ji ber Lûtkeya NATOyê da û xwestin kesên hatinê girtin divê demildest bên berdan.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî (KESK), Komeleya Kaos GL, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û kesên ji ber Lûtkeya NATOyê hatibûn binçavkirin, derbarê kesên ji ber Lûtkeya NATOyê hatin girtin li avahiya ÎHDê civîna çapemeniyê li dar xist. Metna daxuyaniyê ji aliyê Sekreterê Giştî ya ÎHDê Osman Îşçî ve hate xwendin.
Osman Îşçî bi bîr xist ku ji ber Lûtkeya NATOyê ya di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê pêkhat gelek binpêkirinên mafên mirovan rû dan û wiha got: “Beriya lûtkeyê binçavkirin û girtinên bi kêfî hatin kirin. Rejîmekê fiîlî ya OHALê hat birêvebirin. Çûyîn û hatina li nav bajêr hat astengkirin. Mafê derbirînê û xwepeşandanê ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve 13 rojan hat qedexekirin. Li gorî daneyên TÎHVê bi giştî di navbera 12ê Hezîranê û 9ê Tîrmehê de 979 kes hatin binçavkirin. Hincetên van girtin û binçevkirinan şênber nîn e. Desthilat bi van kiriyaran zextê li ser muxalîf û kesên dijberê xwe ferz dike. Yên ku hatin binçavkirin jî li gorî hiqûqê nehatin darizandin.”
‘Divê yên hatine girtin bên berdan’
Osman Îşçî diyar kir ku yên hatin binçavkirin bi awayekî li dîjî hiqûqî hatine binçavkirin û girtin wiha axivî: “Welatiyên hatin binçavkirin deriyên wan şikandin û bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Ew yek li dijî mafê mirovan û hiqûqê ye. Em wek parêzvanên mafê mirovan dibêjin ku yên hatine girtin divê tavilê bên berdan. Divê peywirdarên ku sûcên îşkenceyê kirine bên darizandin.”
Piştî metna daxuyaniyê nûnerên saziyan ku tev li daxuyaniyê bûn axivîn û nerazîbûn nîşanî kiryara polîsan û girtina welatiyan dan.













