Li Wanê cade û kuçeyên Taxa Xaçortê bêbinesazî ne û gaza xwezayî neçûye hin kolanan. Xelkê taxê ji bo çareserkirina pirsgirêka gaza xweyazî û çêkirina rêyan bang li rayedaran kir.
Welatiyên Wanê, tevî bajarê wan di statuya bajarê mezin de ye jî, bi gelek pirsgirêkên binesaziyê re rû bi rû ne. Welatiyên Taxa Xaçortê jî ji binesazi, rê, av, park û hwd. ji gelek xizmetan dûr in. Bi taybetî li kolanên bi navê Melen û Harûn ên Xaçortê ev bi salan e bêgaz û bê rê ne. Welatiyên li taxê dijîn pisgirêkên li taxê anîn ziman û banga çareseriye li rayedaran kir.
‘Havînê toz e, zivistanê jî herî ye’
Niştecihê kolana Harûn, Cemşidiye Karaman behsa pirsgirêkên li kolana wan kir û da zanîn ku ew ji ber neçêkirina rêyan gelek zehmetiyan dikêşin.
Cemşidiye Karaman anî ziman ku wexta baran dibare rê dibin herî û golên avê û wiha got: “Ne em dikarin di rê de bimeşin ne jî zarokên me dikarin biçin dibistana xwe. Havînê jî ji ber hatin û çûna wesayîtan toza rê radibe, lewma em nikarin ne deriyên xwe ne jî paceyên xwe vekin. Gaza me ya xwezayî tine, ji ber vê zivistanê qasê 40-50 hezar lîrayan em didin tiştên ji bo şewatê.”
Ji ber mesrefan tenê di odeyekê de sobe heye
Cemşidiye Karaman diyar kir ku ji ber mesrefên zêde ew zivistanê tenê di odeyekê de sobeya komirê datînin û wiha pê de çû: “Zarokên sava li vê odeyê, zarokên me yên hinek mezin jî li odeyên sar radizên. Her wiha kurê min ê zewicî jî di kezeba xwe de hatiye emeliyatkirin, di vê cihê toz de nemîne lê toza xweliya sobê rasterast bandorê li ser tendûristiya kurê min dike. Me maleke bi gaza xwezayî ji bo wî girt lê ji ber bihabûna kirêyan, wî nekarî debara xwe bike, lewma me careke din anî malê. Ji bo wan pirsgirêkan me gelek caran bi keyayê taxê re ev rewş parve kiriye lê hêj pirsgirêkên me nehatine çareserkirin.”

‘Em mehê 12-13 hezar lîreyan didin komirê’
Welatiyek din jî Nûreddîn Alan ku di heman kolanê de dijî, bal kişand ser tunebûna gaza xwezayî û da zanîn ku zor û zehmetiya herî mezin komir e.
Nûreddîn Alan destnîşan kir ku komira didin wan bêqalîte ye û wiha got: “Bêre komira Şirnexê didan, lê êdî wê jî nadin. 12 malên me li vir in lê ne gaza xwezayî heye ne jî rê hatine çêkirin. Mehê 12-13 hezar lîrayan em didin komirê. Bi mûçeya pîratiyê ez nikarim tiştekî bistînim. Me deh caran zêdetir ji keya re gotiye lê hêj tu tişt li holê nîne.”
Banga çareseriyê
Sorgul Karaman a dayika çar zarokan jî qala şert û mercên xwe kir û diyar kir ku ji ber tunebûna binesazî, rê û gaza xwezayî zehmetiyê dikişînin.
Sorgul Karaman da zanîn ku ji ber neyîniya gaza xwezayî ew mecbur in sobeya dara û komirê pêxin û wiha axivî: “Dûkela sobeyê û toza xweliya sobeyê cerg ji bo me nehêla. Zivistanê ji ber qirêjiya sobeyan divê em hefteyê carekê mala xwe bişon lê vê carê jî ji ber sir û sermayê zarokên me nexweş dikevin. Em nikarin dara ji bo sobeyê bikirin. Em dixwazin gaza xwezayî bidin me, em mexdûr in. Me sala çûyî ji keya re ev rewş parve kir, gotibû vê biharê bidin lê niha jî dibêje nadin. Em li benda çareserkirina pirsgirêkan e.”


















