• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî hefteya bê tê Meclisê

Mahmût Altintaş / AW

23 TÎRMEH 2026 - 12:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Li gor agahiyên kulis ên li meclisê hatine girtin heke pirsgirêkek nebe roja duşemê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê ji aliyê AKPê ve pêşkeşî Serokiya Meclisê bê kirin û roja sêşemê jî ji Komîsyonên Edaletê yên meclisê re bê şandin. Piştî 48 seatan roja înê yan jî roja şemiyê jî dê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di merhaleya krîtîk de ye. Qanûna çarçoveyî rojeva serekê ya siysasetê ye. Di nava hefteyê de liv û tevgera li ser qanûna çarçoveyî jî zêde bû. Di 20ê Tîrmehê de heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tên, çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kirin. Heyetê li ser qanûna çarçoveyî pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî girtin û ew pêşniyar dê ji partiyên siyasî re bê parvekirin.

Ji aliyê din vê jî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî li meclisê serdana komên partiyên siyasî kir û hevdîtin pêk anî. Numan Kurtulmuş bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Koma Yenî Yolê, Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara “Betalkirina Teqez” weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywirdarkirin, ÎYÎ Partî û AKPê re hevdîtin pêk anî. Numan Kurtulmuş piştî hevdîtinan daxuyanî da û diyar kir ku beriya meclis bikeve betlaneyê ew dê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bînin Lîjneya Giştî ya Meclisê. Heta peşnûmeya qanûna çarçoveyî were Lîjneya Giştî ya Meclisê di navbera partiyên siyasî de jî danûstandin û muzakereyên li ser pêşnûmeyê dê berdewam bikin.

Pêşnûme dê bi îmzeya AKPê roja duşemê were meclisê

Hat hîn bûn ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ku dihat payin bi îmzayên hevpar ên partiyên siyasî ji Serokiya Meclise re be pêşkeş kirin dê tenê bi îmzaya AKPê roja dûşemî ji Serokatiya Meclisê re bê pêşkeşkirin. Heke tu pirsgirêk çênebin pêşnûme dê di 27ê Tîrmehê roja dûşemî ji aliyê Serokê Koma AKPê Abdullah Guler ve pêşkeşî Lîjneya Giştî ya Meclise be kirin.

Pêşnûme roja înê yan jî şemiyê di Lîjneya Giştî ya Meclisê ye

Piştî pêşnûme ji Serokatiya Meclisê re hat pêşkeşkirin di 28ê Tîrmehê roja sêşemê yan jî 29ê Tîrmehê roja çarşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin. Pêşnûme heke roja sêşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin piştî 48 seatan roja îne dê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn. Heke roja çarşemê ji komîsyonên Edaletê re bê şandin jî dê 1ê Tebaxê roja şemiyê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn.

Pêşniyara bila MGK û Meclis berpirsyariyê bigire

Ji bo qanûn li ser erdê bê sepandin jî ji aliyê desthilatê ve pêşniyara di bin baneya Lîjneya Ewlehiyê ya Netewî de ji bo koordînasyona pêvajoyê mekanîzmeyeke girêdayî Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz bê avakirin û sepandina qanûnan bişopînê ji partiyên siyasî re hatiye kirin. Lê li gor agahiyên kulisan partiyên siyasî li ser vê pêşniyarê diyar kirine ku mekanîzmayeke bi vî rengî pirsgirêka Kurd tenê di ewlehiyê de sînordar dike û aliyên civakî paşguh dike. DEM Partî û partiyên muxalîf jî pêşniyara bila MGKê û Meclis bi hev re berpisyariyê bigirin, kirine. Ew pêşniyar ji Serokê Meclisê re hatiye kirin.

Qanûn dê li ser erdê kengî bê sepandin?

Li ser sepandina qanûna jî tê gotin weke 6 meh dem dê bê diyarkirin û heke hewcehî bê dîtin ji aliyê Serokkomar ve dem dê 6 mehê din jî bê dirêjkirin.

Etîket: Meclîspêşnûmeya qanûna çarçoveyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
Meclis dê ji bo qanûna çarçoveyî meha Tebaxê bicive

Qanûna çarçoveyî li Meclisê ye

10 TEBAX 2026
Qanûnê Çarçewa Komîsyonê Edaletî ra derbas bi

Qanûna Çarçoveyî ji Komîsyona Edaletê derbas bû

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne