Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi armanca ‘piştgiriya’ ji bo derbasbûna siyasî ya li Sûriyeyê dê di nav hefteyê de serdana Sûriyeyê bike.
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Claudio Cordone di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku Antonio Guterres li ser vexwendina hikûmeta Sûriyeyê wê vê hefteyê serdana vî welatî bike.
Tê payîn ku di dema serdanê de Guterres bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şara re hevdîtinê bike. Şara piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad, di Kanûna 2024an de hat ser desthilatdariyê.
Sekreterê Giştî yê NYê dê bi nûnerên rêxistinên jinan, saziyên civakî yên sivîl û derdorên cuda re rêzehevdîtinan bike.
Her wiha tê payîn ku Antonio Guterres bi personelên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî re jî bicive ku ji sal a1974an û vir ve li herêma tampon a li Girê Golanê wezîfeyê dikin.













