* Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay derbarê civînên gel de axivî û diyar kir ku ev civîn ji bo pêvajoyê girîng in û wiha got: “Bi van civînan em dixwazin gel bi hişmendiya komûnal, xebateke kolektîv xwe rêxistin û saz bike.”
* Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş derbarê hevdîtinên pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de li Meclisê dê pêşî bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re bicive, Kurtulmuş paşê jî dê bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re bicive û piştre jî bi Kemal Kiliçdaroglû re bicive. (12.30-16:00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12:45)
* Şaxa ÎHDê ya Amedê derbarê qonaxa ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiyê û pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:30)
* Tora Mafên Zarokan a Amedê derbarê pakêta darazê ya nû de dê li avahiya Şaxa ÎHDê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13:00)
* Platforma Yekîtiya Jinên Kurd dê li dijî êrişên Rejîma Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê, li navçeya Serayê (Mehmûdiye) ya Wanê li ser sinorê Rojhilat daxuyaniya çapemeniyê bide. (14:00)
* Bi hevkariya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Çand û Hunerê ya Amargîyê dê bi tevlîbûna Kurdolog Prof. Joanna Bochenskayê li avahiya Komeleya Amargîyê gotûbêja bi serenavê “Kurdnasî: Pirên zanistî û çandî di navbera Kurdistanê û cihanê de” bê lidarxistin. (17:00)













