• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bîranîna Komkujiya Pirsûsê: Xeyalên 33 rêwiyan mîrasa me ye

20 TÎRMEH 2026 - 14:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha-33 rêwiyên komkujiya Pirsûsê li cihê ku hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di axaftinên bîranînê de hat gotin ku têkoşîn û xeyalên wan mîrasên wan e.

Bîranîna salvegera 11emîn a Komkujiya Pirsûsê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li ber Navenda Çandê ya Amarayê ya li navçeya Pirsûsa Rihayê pêk hat. Di bîranînê de birîndarên komkujiyê, nûnerên SGDFê, ESPê, Platforma Saziyên Demokratîk, Cîgirê Serokê Koma Partiya DEMê Sezaî Temellî û gelek welatî amade bûn.

Di bîranînê de wêneyên 33 rêwiyên jiyana xwe dest dabûn hatin hildan û ji bo bîranîna wan deqeyek rêz hat girtin.

‘Rêwiyên xeyalan ji bo zarokan ketibûn rê’

Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî di bîranînê de axivî û bal kişand ser Şoreşa Rojava û wiha got: “33 rêwiyên me yên xeyalan dixwestin biçin Kobanê û ji zarokan re pêlîstok û şekir bibin. Lê rasterast bûn armanca komkujiyê. Di wê demê de dayikekê gotibû ‘Xwezî li şûna wan em bimirana, em fêrî êşê bibûn lê wan êş nedîtibû.’ Ev gotin bi xwe nîşaneya biratiya gelan e. Em ê têkoşîn û xeyalên wan pêk bînin.”

‘Berpisyarê komkujiyê dewlet e’

Li ser navê SGDFê Aslı Demîr jî diyar kir ku beriya 11 salan ji bo avakirina Kobanê ketine rê û ev tişt anî ziman: “Rêwîtiya wan ji bo biratiya gelên Kurd û Tirkiyeyê bû. Berpirsyarê vê komkujiyê dewlet e ku beriya teqîna bombeyan astengî çênedikir. Qatil hîn nehatine darizandin. Îro şahidên Pirsûsê salvegera komkujiyê li zindanan pêşwazî dikin. Em ê şehîdên xwe çi li zindanan çi li derve bînin ziman.”

‘Em ê mîrasa wan biparêzin’

Ferhat Demîr jî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê axivî û got ku piştî salan jî êşa wan nû ye û diyar kir ku dê mîrasa 33 rêwiyên xeyalan biparêzin.
Endamê MKYya ESPê Okan Daraci da zanîn ku ew daxwaza aştiyeke adil, wekhev û demokratîk dikin û wiha got: “Li vê baxçeyî xeyalên me veşartî ne. Daxwaza gelan a ji bo azadî û aştiyê qetil kirin. Lê em bin neketin. Aştiyeke ku li ser teslîmiyetê bê ferzkirin em qebûl nakin.”

Gaziyê Komkujiya Pirsûsê Efe Çatalbaşi jî diyar kir ku ew ji her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn wir û berpirsên vê komkujiyê ew kes in ku digotin ‘Kobanê ket û dê bikeve’.

‘Em ê têkoşînê bilind bikin’

Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku Kobanê hêviya gelan bû û ev tişt vegot: “Hêzên tarî û barbar hevalên me li vir qetil kirin. Rêya wan rêya demokrasiyê, sosyalîzmê û komara demokratîk e. Ji bo pêkanîna xeyalên 33 rêwiyên xeyalan em ê têkoşîna xwe hîn bêtir bilind bikin.”

Piştî daxuyaniyê, bi diruşmên ‘Bijî biratiya gelan’ û ‘Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo hemû kesî edalet’ qerenfîl li cihê komkujiyê hatin danîn. Paşê girseyê serdana goristana qurbaniyan kir.

‘Têkoşîna wan têkoşîna me ye’

Li ser goristanê xizmên Osman Çiçek ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Hanim Çîçek axivî û ev peyam da: “Me ew ji bîr nekirin, têkoşîna wan têkoşîna me ye.”

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: 33 rêwiyên xeyalanKomkujiya Pirsûsê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

20 TÎRMEH 2026
Suleyman Aksu hate bibîranîn: Sîleha di destê wî de pêlîstok bû

Suleyman Aksu hate bibîranîn: Sîleha di destê wî de pêlîstok bû

20 TÎRMEH 2026
Cangoriyên Komkujiya Pirsûsê li Amedê hatin bibîranîn

Cangoriyên Komkujiya Pirsûsê li Amedê hatin bibîranîn

20 TÎRMEH 2026
‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne