Navenda Nûçeyan – Tevî peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de jî pêvajoya entegrasyonê bi sistî û dereng dikeve meriyetê. Şam dixwaze li her cihî zîhniyeta xwe bixe meriyetê. Rojnameger Dîcle Ehmed diyar kir ku hikûmeta Şamê bi lawazî nêzî xalên peymanê dibe û got ku wê jinên Rojava zîhniyeta desthilatdariyê li ser xwe qebûl nekin. Dîcle Ehmed anî ziman ku Kobanê her çiqas bajarekî biçûk be jî lê navê wê gerdûnî ye û wê guhertina nav qebûl nake.
Di 29ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de peymanek hat îmzekirin û ev peyman 30ê çileyê de ket meriyetê. Li gorî peymanê wê xebatên entergrasyonê bên meşandin û di mijarên leşkerî, siyasî-îdarî, jin, aborî, perwerde û koçberan de gav werin avêtin.
Dîsa li gorî peymanê wê hêzên HSD û Asayîşê (Hêzên Ewlekariyê Hundirîn) li herêmên xwe bimînin, di aliyê îdarî de jî xweseriya herêmê li ber çavan bê girtin.
Piştî peymanê dest bi van xebatan hate kirin û gava yekemîn di aliyê leşkerî-ewlekariyê de hate avêtin. Lê di vê gavavêtina leşkerî de tevlibûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya nav artêşa nû ya Sûriyeyê ji hêla hikûmeta demkî ya Şamê ve hêj nehatiye qebûlkirin. Lê jin ji bo qebûlkirina destkeftiyên xwe û YPJê di nav berxwedanê de ne.
Vegera koçberan
Dîsa yek jê mijara peymanê vegera koçberan bû û ev yek jî heta astekî ket meriyetê. Ji roja ku peyman hatiye îmzekirin heta niha bi hezaran malbatên Efrînê vegeriyan cih û warên xwe yên ku ji hêla çeteyan û dewleta Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin. Lê vegera koçberên Serêkaniyê û Girêspî hê jî pêk nehatiye û ji bo vê jî gavên şênber ji hêla hikûmeta demkî ve nehatiye avêtin. Koçberên Serêkaniyê û Girêspî dixwazin desthilata heyî xalên peymanê demildest pêk bîne û ew jî vegerin ser cih û warên xwe.
Hikûmeta Şamê dixwaze xwe bike navend
Di esasê xwe de peymana 29ê Çileyê peymana entegerasyona demokratîk bû û li gorî vê peymanê divê êdî pergala rêveberî ne navendî be, divê Rêveberiya Xweser bi hemû sazî û dezgehên xwe ve cihê xwe bimîne û civak ji hêla rêveberiya xwecihê ve ku ew bi xwe hilbijartine, were birêvebirin. Lê bi qasî tevger û pratîka hikûmeta demkî tê dîtin û famkirin ku hikûmeta demkî ya Şamê mijara entegerasyonê dixwaze li gorî zîhniyeta xwe pêk bîne. Dixwaze xwe bike navend û her tişt girêdayî wê be, wek beriya şoreşê.
Hewldana guhertina navê Kobanê
Hewldana guhertina navê Kobanê jî yek ji van hewldan û kiryaran e. Hikûmeta Şamê niha dixwaze bi guhertina navê Kobanê ku sembola berxwedana jin û hemû cîhanê ye û di heman demê de xeta sor a jiyana bi hev re ye, destkeftiyên gelan ji holê rake.
Kobanê her çiqas wek bajar bajarek biçûk be jî bi berxwedan û têkoşîna xwe bû gerdûnî. Heta berxwedana Kobanê planên dewleta Tirk û hemû hêzên navneteweyî piştgirî didan hêzên çete ku piştre di bin banê DAIŞê de bûn yek, têk bir.
Planên li ser Rojava
Tabî berxwedan û destkeftiyên Kobanê di dilê dewlet û hêzên navneteweyî de bû derdekî pir mezin. Hewldana dagirkirin û êrîşa li ser Kobanê nîşaneya vê yekê ye. Lê wisa xuyaye ew hêzên ku bi şerê hewayî û bejahî dixwestin Kobanê dagir bikin û serkeftina xwe îlan bikin lê nikaribûn xeyalên xwe pêk bînin, niha bi rêya hikûmeta demkî ya Şamê û pêvajoya entegerayonê dixwazin armanca xwe pêk bînin. Bi taybetî piştî civîna NATOya li Enqereyê pêk hat û çûyîna serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Şara ya Enqereyê û hevdîtina wî ya bi Trump re ev hewldana guhertina navê Kobanê û bajarên Kurdî, ket rojevê. Piştî civîna NATO û hevdîtina Şara ya bi Trump re, pirsa gelo ‘li beramberî şerê bi Hîzbûllaha Lubnanê re dîsa Kurd bûn mijara bazarê?’ hat bîra mirovan. Ji ber Amerîka dixwaze di şerê xwe yê li dijî Hîzbûllaha Lubnanê de, desthilata niha ya Sûriyeyê bi kar bîne. Hevdîna Trump û Şara û her wiha piştî wê hewldana guhertina navê bajarên Kurdî bi taybetî navê Kobanê, ev şik û gumanan zêdetir kir.
Rojnameger Dîcle Ehmed ya li Rojava kar dike, mijarên weke; peymana 29ê Çileyê û entegerasyonê, qebûlnekirina îradeya jinan û YPJê ya nav artêşa nû ya Sûriyeyê, hewldana guhertina navê Kobanê, li dijî hewldan û kiyarên hikûmeta demkî ya Şamê helwesta Rêveberiya Xweser û jinan, ji Ajansa Welat re nirxand.
Peymana 29ê Çileyê û gavên tên avêtin
Dîcle Ehmed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser peymana 29ê Çileyê ku di navbera hikûmeta demkî û Rêveberiya Xweser-HSDê de hatiye îmzekirin û wiha behsa pêvajo û xalên peymanê û pratîkên hikûmeta demkî kir: “Piştî hilweşandina rejîma Esad a di dawiya sala 2024an de hikûmeteke nû hat ser desthilatdariyê. Piştî wê gelek guhertin jî pêk hatin. Di 8ê Çileya 2026an de êrişeke pir dijwar li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Bi taybet êriş li ser bajar û qadên Kurdan qewimîn. Li ser herêmên Kurdan qetlîam pêk hatin, amargo li ser hat ferzkirin û hwd. Ji bo ev êrişên li ser herêmê pêk hatin werin rawestandin gelek peyman hatin îmzekirin. Peymana destpêkê 10ê Adara 2025an bû. Wek berdewamiya wî di 18ê Çileya 2026an de jî peyman hat îmzekirin. Lê bes xalên herdu peymanan jî pêk nehatin. Bi taybetî li gorî peymana 18ê Çileyê divê agirbest bihata ragihandin û êriş rawestiyan lê êriş ranewestiyan, her çû êriş dijwartir bûn. Piştre peyamana 29ê Çileyê di navbera HSD û hikûmeta demkî de hat îmzekirin ku niha peymana esasî ev e. Di vê peymanê de 10 xal hatin diyarkirin. Yek ji wan xalan rawestandina şer bû. Mijara jinan xala sereke ya peymanê bû. Xala din di banê artêşekê de yekbûna artêşê bû. Li hîn herêmên wek Cizîr û Kobanê lîwa hatin avakirin ku girêdayî artêşa Sûriyeyê bûn. Piştî entegerasyona hêzên ewlekarî çêbû, piştre jî dest bi entegerasyona saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser kirin. Yek ji xala peymanê jî ew bû, pêwîst e pergala Rêveberiya Xweser wekî xwe bimîne. Divê bi pergala xwe ya heyî entegrasyona pergala Sûriyeyê bibe. Pêwîst bû li herêmên Kurdan, Rêveberiya Xweser bima û civak xwe bi xwe bi rê ve bibin. Lê di gavavêtina vê xalê de lawazbûn hebû û heta niha jî ev lawazbûn heye.”
‘Yek jê xala herî girîng a peymanê; destkeftiyên jinan e’
Dîcle Ehmed destnîşan kir ku yek ji xala herî girîng heta esasî ya peymanê parastina destkeftiyên jinan bû û wiha qala sedema tunehesibandina destkeftiyên jinan kir: “Xala herî girîng a peymanê mijara jinan yanî destkeftiyên jinan bû. Di 19ê Tîrmehê de Şoreşa Rojava pêk hat û di nav vê şoreşê de jî şoreşa jinan pêk hat. Jin gavên herî dîrokî di vê şoreşê de avêtin. Di vê şoreşê de destkeftiyên pir mezin bi dest xistin, li hember pergala baviksalar û mêrsalar têkoşîneke pir mezin dan meşandin. Bi taybetî jî di dema şerê li dijî DAIŞê de ev têkoşîna jinan derket pêş. YPJ bi ruh, sekn û çeka xwe li dijî çeteyên DAIŞê ku hemû dinya jê ditirsiyan, şer kir û li ber xwe da. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê jî niha zihniyeta desthilatdariyê li hemberî jinan bi rê ve dibe. Li gorî zîhniyeta hikûmeta demkî nabe ku jin di nav saziyan de cihê xwe bigirin. Di nav pergala hikûmeta demkî ya avakirî de jin nîn in. Ji bo vê dixwaze bandora pergala xwe li ser pergala Rêveberiya Xweser jî bike. Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwe deng vedan û xwe bi berxwedanê xemilandine, vegera jiyana xwe ya beriya şoreşê wê tu carî qebûl nekin. Ji bo parastina artêşbûna xwe, ji bo parastina mafê hemû jinan dê her têkoşîna xwe bidomînin.”
Hikûmeta demkî ji entegrasyonê çi fam dike?
Rojnameger Dîcle Ehmed li ser entegrasyona ku Rêveberiya Xweser dixwaze pêk bîne rawestiya û wiha got: “Pergala Rêveberiya Xweser li ser pergala netewa demokratîk hatiye avakirin. Her pêkhateyên li herêmê dijîn, cihê xwe di nav pergala Rêveberiya Xweser de girtin. Ji ber vê entegerasyona ku Rêveberiya Xweser dixwaze pêk were, li ser wekhev, edalet, azadîxwaz û hemû pêkhatiyan digire nav xwe pêk were. Lê mixabin hikûmeta demkî ya niha dixwaze wek hikûmeta rejîma Baasê rejîmeke yek reng ava bike. Zîhniyeta heyî ya hikûmeta demkî hê jî pergala rêveberiya ku ji hêla pêkhateyên cuda ve tê rêvebirin, netewa demokratîk qebûl nekiriye û red dike. Ji bo vê jî bi qasî tê çavdêrîkirin ger hikûmeta demkî ya niha wek rejîma Baasê tevbigere dê ew jî hilweşe, tişta heyî tê xuyakirin ev e. Ji bo vê jî pêwîst e hikûmeta demkî hîn tiştan li ber çavan bigire.”
‘Kobanê dibe wek bajar biçûk be lê bi berxwedana xwe gerdûnî ye’
Di van demên dawî hikûmeta demkî ya Şamê hewl dide navên bajarên Kurdan ku di serî de Kobanê tê biguherîne û bike Erebî. Dîcle Ehmed derheqê hewldana guhertina navê Kobanê de ev yek anî ziman: “Ji roja pêkhatina şoreşa 19ê Tîrmehê heta niha êriş li dijî destkeftiyan hene. Bi taybetî li ser destkeftiyên Kobanê hene. Ji 2013dan ev êriş dest pê kirin û heta roja me ya îro ranewestiyan e. Bi taybetî dewleta Tirk bi her awayî dixwest û dixwaze bi êrîşan destkeftiyên Rojava û Kobanê tune bike. Bi destê DAIŞê li herêmê şerê dijwar hate kirin. Ev hemû bi belgekirî ne. Her çiqas dewleta Tirk piştgirî da DAIŞê jî lê DAIŞ li Kobanê şikest û têk çû. Ji bo vê jî piştî ku DAIŞ li gelemperiya li herêmê têk çû yekser dewleta Tirk dest bi dagirkeriyê kir. Heta hilweşandina rejîma Esad, hatina HTŞ û peymana 29ê Çileyê ev êriş hebûn. Piştre agirbest hat ragihandin. Lê niha dixwazin çi bikin? Kesên ku nikaribûn Kurdan têk bibin, rêveberiya xweser têk bibin, niha dixwazin navê herêmên Kurdan bikin Erebî. Wekî rejîma Baasê dikin, di nexşerêyê de navê herêmên Kurdî dikin Erebî. Îro heman zîhniyeta Baasê li ser kar e. Navê Kobanê ne hêsan e were guhertin. Hemû cîhan Kobanê bi navê Kobanê nas kir. Di esasê xwe de Sûriye bi Kobanê hat naskirin. Bi berxwedana Kobanê hemû dinya tiştên li Sûriyeyê diqewimin hesiya. Kobanê dibe wek bajar biçûk e lê bi berxwedana xwe gerdûnî ye. Ji ber vê ne hêsan ne navên ku bi bedela hezaran şehîdan hate rizgarkirin were guhertin.”
Li dijî hewldana guhertina navê Kobanê helwesta Rêveberiya Xweser
Rojnameger Dîcle Ehmed li dijî hewldana guhertina navê Kobanê wiha behsa helwesta Rêveberiya Xweser kir: “Daxwaza guhertina navê Kobanê di ya xwe de israrkirin e. Ger ne bi saya berxwedana Kobanê bûna dê Rêveberiya Xweser nehata avakirin. Ji bo vê jî li gel Rêveberiya Xweser Kobanê xeta sor e. Qebûl nakin Kobanê di serî de navê tu cihê werin guhertin. Dê Rêveberiya Xweser ji bo nasnameya Kurdî were qebûlkirin û hebûna Kurdan di nav destûra nû ya Sûriyeyê de bi cih bibe, her di nav têkoşînê de be.”
‘Jin careke din desthilatdariyê li ser hebûna xwe qebûl nekin’
Dîcle Ehmed diyar kir ku jinên Kurd ku xwe bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têgihandine dê careke din desthilatdariyê li ser hebûna xwe qebûl nekin û di dawiyê de ev yek got: “Jinên Kurd li dijî vê zîhniyeta desthilatdar têkoşîn dike û wê bike jî. Ji bo di nav destûra Sûriyeyê de wek hebûnê werin qebûlkirin, ez jî di nav de wek jinan em ê her di nav têkoşînê de bin û bi têkoşîn û berxwedana xwe hebûna xwe bidin qebûlkirin. Li ser vê esasî banga min li hemû jinên cîhanê ku xwe bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xemilandine û bi vê felsefeyê têdikoşin, pêwîst bêdeng nemînin. Çawa di 2014an de ji bo Kobanê rabûn, divê îro jî bi heman ruhî xwedî li Kobanê û Rojava derkevin. Serkeftina jinên Rojava û Sûriyeyê serkeftina hemû jinên cîhanê ye.”













