• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Yekitiya Jinên Kurd êrîşên li ser Başûr şermezar kir

Navenda Nûçeyan

19 TÎRMEH 2026 - 12:13
Kategorî: JIN
A A
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd ya Başûr, êrîşên rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku xwîna şehîdan moralê têkoşeran bilindtir dike û baweriya wan a bi serkeftinê kûrtir dike.

Têkildarî êrişên berdewam ên rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û şehîd û birîndarkirina pêşmerge û welatiyên sivîl, Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd ya Başûr daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Platforma Yekitiya Jinên Kurd wiha ye:

“Ji bo raya giştî û gelê serbilind ê Kurdistanê

Careke din, destê reş ê dagirkeran û dijminên azadiyê, komek ji zarokên têkoşer û welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê kir armanc. Di encama êrişa rejîma Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê de, komek pêşmergeyên qehreman û şopdarên rêya rizgariyê şehîd bûn. Êrişa dagirkeran û şehîdkirina zarokên neteweya me, belgeyeke herî zelal û bêguman a li ser berdewamiya siyasetên tepisandinê yên ku dixwazin vîna gelê me ya ji bo azadî û serfiraziyê bişkînine.

Wek Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, em vê sûcê nemirovane bi tundî şermezar dikin û ji kûrahiya dilê xwe sersaxiyê didin xwe, malbatên serbilind ên şehîdan, hevalên wan ên çeperê û tevahiya gelê serhildêr û têkoşer ê Rojhilatê Kurdistanê. Dîroka xebata azadîxwaziya gelê me îspat kiriye ku xwediyên vê axê ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û sepandina dadperwerî û wekheviyê, her tim amadeyî qurbanîdanê bûne. Jinên Kurd, wekî hêzeke pêşeng di vê xebata neteweyî û demokratîk de, her tim di rêza pêşî ya qurbanîdan û berxwedanê de bûne. Ew êşa her dilopeke xwîna pêşmergeyekî wekî êşa xwe û wekî parçeyek ji karwana xwe ya bêrawestan a ber bi azadiyê ve dibînin. Ev berdêlên giran ên ku gelê me di çarçoveya Kurdistanê de dide, divê bibe bingeha xurtkirina yekîtî û yekrêziya navbera tevahiya hêz, aliyên siyasî û rêxistinên sivîl de. Bersiva rastîn a ji bo xwîna pak a van şehîdan, tenê û tenê bi rêya afirandina yekdengiya neteweyî û berdewamkirina li ser rêbaza wan a pîroz pêkan e.

Peyama me ji bo dagirkeran zelal e; Çek, tundî û şehîdkirina zarokên me nikare agirê şoreşê û daxwaza azadiyê di dilê her ferdekî Kurd de vemirîne. Xwîna van şehîdan moralê têkoşeran bilindtir dike û baweriya me ya bi serkeftinê kûrtir dike. Em bi rêzgirtina li ber gora pîroz a şerefbilindên rêya azadiya Kurdistanê serê xwe ditewînin. Jin, Jiyan, Azadî û xebata me heta serkeftinê berdewam wê bike. Nemir û herdem geş be navê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, rûreşî ji bo dagirker û dijminên gelê Kurd re.”

Etîket: jinên Başûrê KurdistanêPlatforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
Civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd dest pê kir

Civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd dest pê kir

20 MIJDAR 2026
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd Newroz pîroz kir

21 ADAR 2026
Jinên Kurd dest bi amadekariya Kongreya Neteweyî kirin

Jinên Kurd dest bi amadekariya Kongreya Neteweyî kirin

30 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne