Rêxistina DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê li dijî tiryak û çeteyan daxuyanî da û hate diyarkirin ku taxên wan divê bi dengê zarokan tijê bibe û wiha hate gotin: “Heke em îro bêdeng bimînin sibê em ê nikaribin hesabê windahiyên xwe bidin.”
DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê ya Stenbolê li dijî tirkyak û çetebûnê bi dirûşmeya “Ji tiryak û çetebûyînê re na” li taxa Karayollariyê daxuyanî da. Partiyên siyasî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji tiryak û çetebûyînê re na, piştevanî û hêviyê re erê” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana ciwanan” hate berzkirin. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Rojhat Durmaz ve hate xwendin.
‘Îro em bêdeng bimînin sibê em ênikaribin hesabê windahiyên xwe bidin’
Rojhat Dûymaz diyar kir ku li dijî birîna ku pêşeroja civakê talûke dike hatine gel hev û wiha axivî: “Tiryak êdî ne pirsgirêka hinek kesan e, ev pirsgirêk êdî pirsgirêka kolan û dibistanan e. Tiryak pêşeroja zarokan armanc digire. Ciwanên me divê li pey xeyalên xwe herin lê ji aliyê hêzên tariyê ve tên xistin. Çetebûyîn tenê bi çek û tundiyê dernakeve holê. Bi bêkarî û xizaniyê derdikevê holê. Têkoşîna tiryak bi tenê polîsan pêk nayê bi xebatên perwerde, werşîz, çand û hûnerî pêk tê. Divê zarokên me ne bi tirsê bi hêviyê mezin bibin. Taxên me divê bi dengê zarokan tijê bibe. Hevhatina rêveberiya xwecihî, rêxistinên civakî, saziyên perwerde û malbatan êdî hewcedariyekî ye. Tiryak di nava civakê de cûdahî çênakê. Ji bona wê têkoşîna me divê ji bo her kesî be. Heke em îro bêdeng bimînin sibê em ê nikaribin hesabê windahiyên xwe bidin. Divê em zarokên xwe emanetî ne tarîtiyê ronahiyê bikin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê Hevserokê DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê Yusuf Ant, Serokê Partiya Saadetê ya navçeya Gazîosmanpaşayê Abdûssamet Avincan û Serokê Partiya Gelecekê ya navçeya Gazîosmanpaşayê Mehmet Baran li dijî tiryak û çetebûyînê banga têkoşîna yekitiyê kirin.















