• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHD 40 salî ye: ‘Me tu carî paş de gav neavêt’

Îzmîr / AW

17 TÎRMEH 2026 - 20:42
Kategorî: ROJANE
A A
Di 40emîn salvegera damezirandina ÎHDê de li Îzmirê banga aştiyê hat kirin. Hevserok Zîlan Gumuş bi bîr xist ku wan li dijî tirsê tu carî gav paş de neavetiye û ji bo çareseriyê daxwaza sepandina hiqûqa navneteweyî û gavên berçav kir.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê, ji ber 40emîn salvegera damezirandina komeleyê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de “Em li pey heqîqetê ne, di aştiyê de bi israr in” hat vekirin û dirûşmeya “ÎHD bêdeng nebû, bêdeng nabe” hat berzkirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî Hevseroka ÎHDê Zîlan Gumuş xwend. Daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Hevseroka Şaxa ÎHD a Îzmirê Zîlan Gumuş di destpêka daxuyaniyê de dîroka avakirina komeleyê bi bîr xist û diyar kir ku ÎHD di şert û mercên giran ên derbeya 12ê Îlonê de hatiye avakirin û got: “Ev ne tenê avakirina komeleyekê bû; di heman demê de li dijî tirsê, îfadeya rêxistinkirî bû. Tevî ku 23 parêzvanên mafan di cînayetên kiryarnenas de jiyana xwe ji dest dan û serokên me yên giştî rûbirûyî êrîşan hatin jî, me tu carî gav paş de neavêt.”

‘Prensîba dewleta hiqûqê ji holê rabûye’

Zîlan Gumuş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, pirsgirêkên jinan û çewisandina azadiya îfadeyê û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê prensîba dewleta hiqûqê ji holê rabûye û got: “Mafê jiyanê, qedexeya îşkenceyê û azadiya rêxistinbûnê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Girtiyên nexweş ên giran rûbirûyî rîska mirinê ne, polîtîkayên dijî jinan û kesên LGBTÎ+ tûndûtûjiyê geş dikin û karker di şertên neewle de dixebitin. Divê biryarên dadgehên navneteweyî bê şert û merc bên sepandin.”

‘Ji bo aştiyeke mayînde divê dewlet gavên berçav bavêje’

Zîlan Gumuş derbarê pêvajoya nû ya ku di 1ê Cotmeha 2024an de ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd dest pê kiriye de daxwazên xwe rêz kirin û anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde divê dewlet gavên berçav baveje û got: “Ji bo avakirina baweriyê û serkeftina çareseriyê, divê şert û mercên girtina Abdullah Ocalan ji nû ve bên serastkirin, peywendiya wî ya bi cîhana derve re bê vekirin û mafê hêviyê bibe qanûnî. Berdewamiya pêvajoya aştiyê tenê bi şefafiyet û nexşerêyeke demokratîk pêkan e.”
‘Em li du rastiyê ne û di aştiyê de bi biryar in’

Zîlan Gumuş di dawiya daxuyaniyê de peyama biryardariyê da û tekez kir ku ew ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin û got: “Edalet dema ku tê piştguh kirin tiştekê ji qedrê winda nake, aştî ne îdealek e ku mirov bide paş. Mîrata ku damezirînerên me ji me re hiştine, vîna jê veneger arastiyê ne. Em li du rastiyê ne û di aştiyê de bi biryar in.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: ÎHDİzmirsalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026
Otomatik taslak

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne