Li eyaleta Chiapasê ya li başûrê Meksîkayê erdhejeke bi mezinahiya 7,3 rû da. Li herêmê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS), navenda erdhejê 48 kîlometre li başûrê rojavayê bajaroka Aquiles Serdan a ser bi eyaleta Chiapasê ye. Erdhejê di kûrahiya 15 kîlometreyan de çêbûye û li seranserê xeta peravê bûye sedema hejandineke giran.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku erdhejê li welatê cîran Guatemalayê jî avahî hejandine. Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku erdhej li paytexta Guatemalayê û her wiha li welatê El Salvadorê jî bi tundî hat hîskirin. Li herêma erdhejê, piştî 26 xulekan erdhejeke dîtir a paşveçûnê (artçî) ya bi mezinahiya 5,3 rû da.
Hişyariya tsunamiyê
Piştî erdhejê, Sîstema Hişyariya Tsunamiyê ya DYAyê ji bo herêmê hişyariya tsunamiyê da û ragihand: “Gala-gleyên (pêlên) tsunamiyê yên xeternak ku ji ber erdhejê çêdibin, dibe ku li seranserê peravên Meksîka û Guatemalayê di qada 300 kîlometreyî ya derdora navenda erdhejê de bandorê bikin.”
Di daxuyaniya dawî ya sîstemê de hat destnîşankirin ku li hin peravên Guatemala û Meksîkayê dibe ku bilindahiya pêlên tsunamiyê di navbera 0.3 û 1 metreyî de bin.













