Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê ragihand ku serlêdanên Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran a 15emîn dest pê kir. Pêşbirk dê bi zaravayê Kurmancî û Zazakî yên Kurdî û Tirkî bê lidarxistin û pêşbirk armanc dike ku bîranîna Abdullah Duran ê 9 salî ku hatibû kuştin di bîra civakê de zindî bigire.
Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, bi armanca zindîhiştina bîranîna Abdullah Duran ê ku di sala 2006an de li Amedê di 9 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû, her sal pêşbirka çîrokan li dar dixe. Şaxên Egîtîm Senê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku serlêdanên Pêşbirka Çîrokan a 15emîn ango pêşbirka îsal dest pê kir.
Dê bi 2 zimanan be
Pêşbirka ku ev 15 sal in bê navber tê lidarxistin, serlerêdan ji bo çîrokên orîjînal ên bi zaravayê Kurmancî û Zazakî yên Kurdî û Tirkî hatine qebûl dibin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev pêşbirk piştgiriyê dide edebiyata pirzimanî û nivîskarên nû teşwîq dike. Her wiha hate diyarkirin ku bi taybetî nivîskar, mamoste, xebatkarên perwerdeyê û hemû kesên ku di warê edebiyata zarokan û çîrokan de berhem didin, dikarin beşdarî pêşbirkê bibin.
Xelat û dîroka pêşbirkê hate diyarkirin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku roja dawî ya serlêdanan wekî 31ê Kanûna 2026an hatiye diyarkirin û wiha hate gotin: “Encamên pêşbirkê dê di 22yê Adara 2027an de werin eşkerekirin û merasîma xelatdayînê jî dê di 27ê Adara 2027an de li Amedê were lidarxistin. Di encama nirxandina komîteya hilbijartinê de, dê ji bo xelata yekem 25.000 TL, ji bo xelata duyem 20.000 TL û ji bo xelata sêyem jî 15.000 TL bê dayîn.”
Ji bo nivîskaran bangawazî hate kirin
Şaxên Egîtîm Senê di dawiya daxuyaniyê banga li nivîskar û beşdaran kir û wiha hate gotin: “Navê Abdullah Duran ne tenê nîşana windabûnekê ye; di heman demê de sembola hêviya pêşerojekê ye ku zarok tê de bê tirs bijîn, zimanê xwe bi azadî biaxivin û xewnên xwe bi azadî ava bikin. Ji ber vê yekê, Pêşbaziya Çîrokê ya Abdullah Duran ne tenê civînek edebî ye; di heman demê de bangewaziyeke hevpar e ku jiyanê, aşîtî, pirzimanî û hêviyê diparêze.”









