Amed – Navenda Lênêrîna Heywanan a li Amedê bi ser kapasîteya xwe de ye. Ji ber vê yekê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi navê “Jîngeha Xwezayê” qadeke nû ji heywanan re çêkir. Nûnera Federasyona Mafên Heywanan a Amedê Sevgî Ekmekçîler bal kişand ser qada jiyana xwezayî ya ku ji bo heywanên kolanan hatiye veqetandin hîn ne amade ye û diyar kir ku şertên heyî ji bo jiyana heywanan ne guncav in.
Navenda Rehabîlîtasyon û Lênêrîna Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li Taxa Gozelan a li navçeya Peyasê ye, di bin zext û ferzkirina qanûna nû ya ji bo komkirina heywanên kolanan de bi krîzeke mezin re rû bi rû ye. Li gorî agahiyên ku me bidestxistine Wezareta Çandinî û Daristanê ji ber cih li Navenda Lênihêrîna Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nemaye ji navendê daxwaz dike ku yan heywanan bi dermanan bikuje yan jî hewyanan bibin “Jîngeha Xwezayê” ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Lê ev der ne li gorî standartên stargeha heywanan e. Li aliyê din di çarçoveya Qanûna Parastina Heywanan de ji bilî heywanên ku nexweşiyên wan ên nikarin bên dermankirin hebin qedexeye ku heywan bên kuştin. “Jîngeha Xwezayê” ku şaredariyê li gundê Çixsor ê navçeya Bajarê Nû li ser 195 donim erd avakiriye hêj temam nebûye. Tevî ku şaredarî naxwaze heywanan bibe bibe vî cihê ku hêj nehatiye temamkirin jî Wezaret zextê lê dike. Niha dora beşeke Jîngeha Xwezayê ya ji 5 donimî pêk tê bi têlekê hatiye girtin û nêzî 120 kuçik li wir hatine bicihkirin. Lê ji ber ev cih ji bo kuçikan ne guncav e, kuçik êrişî hev dikin û zirarê didin hevdu.
Wezaretê ji bo komkirina heywanan “ewlehiya kolanan”, “rîska nexweşiya harbûnê” û “êrişên kûçikan ên li ser mirovan” weke hincet nîşandan. Ew pêşniyazqanûna ku di nav rayagiştî de wekî “Qanûna qirkirinê/kuştinê” tê zanîn di 30ê Tîrmeha 2024an de di encama nîqaşên giran ên li Desteya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin. Ev pêşniyaz tenê bi dengên parlamenterên AKP û MHPê bû qanûn. DEM Partî û CHP bi awayekî tund li dijî vê qanûnê derketin û dengê “Na” dan.
Tecawiz, tacîz û tundiya li ser heywanwan
Yek ji sedemên herî sereke û kûr ên ku raya giştî û parêzvanên mafên heywan li dijî vê qanûnê rakirin ser piyan, zêdebûna bûyerên tundî, tacîz, îşkence û tecawiza li dijî heywanan bûn. Tevî ku li Tirkiyeyê heywan bi awayekî qanûnî “can” tên penasekirin jî kiryarên tundî û tecawizê yên li dijî heywanên kolanan bi cezayên giran nayên cezakirin û piraniya sûcdaran tên berdan. Ev necezakirina sûcdaran bû sedema berteka tund a civakê. Parêzvanên mafên heywanan diyar dikin ku şûna cezakirina kujer û tecawizkarên heywanan, meclîsê qanûneke ku heywanan rasterast hedef digire û destûrê dide qirkirina wan derxistiye.
Nûnera Federasyona Mafên Heywanan a Amedê Sevgî Ekmekçîler û Rêvebirê Îdarî yê Navenda Rehabîlîtasyon û Lênêrîna Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Îrfan Togûç derbarê rewşa heyî de ji ajansa me re axivîn.
‘Em biryara qirkirinê qebûl nakîn’
Îrfan Togûç diyar kir ku di nava sala 2024an de bi guhertina qanûnê re biryara qedexekirina berdana kûçikan a bo kolanan hate girtin û da zanîn ku ji bo her kûçikekî ku li derve bê berdan cezayê pereyan ê dora 221 hezar lîreyan tê birîn. Îrfan Togûç anî ziman ku piştî vê qanûnê daxwazên wan ên ji bo avakirina jîngeheke xwezayî çêbûne, lê mercên wezaretê yên wekî hebûna tapo, mîlkiyet, plan û projeyan pir giran in. Îrfan Togûç li ser biryara kuştina kûçikên êrîşkar ên wekî pîtbûl wiha axivî: “Wekî şaredarî, me biryar da û me got na, em heywanan nakujin. Bila li vir jiyana xwe berdewam bikin.”
Îrfan Togûç anî ziman ku kapasîteya navenda wan ji bo 500 heywanan e lê zêdetirî hezar heywanan li navendê tên girtin û ev tişt gotin: “Hejmar her roj zêdetir dibe, budçeya ku ji bo şaredariyan tê şandin têrê nake û qada heywanan tê re heywanan nake.”
Îrfan Togûç li ser projeya herêma nû ya 195 donimî û talûkeya komkujiyê jî ev hişyarî kir: “Ji me re gotin ku jîngeha xwezayî çêbikin. Çêkirina jîngeha xwezayî pir bi zehmet bû. Nêzî du salan e em li qadeke nû digerin ku vê jîngehê ava bikin. Me qadeke wiha dît, nêzî 195 donim e. Ew dibêjin dorê bi têlan bigirin û heywan berdin wir. Lê ger hûn dorê bigirin û heywan berdin wir, ev yek dibe sedema mirina wan. Erê, qanûn dibêje. Wezareta bi vî karî re mijûl dibe got ku divê hûn van heywanan bixin wir. Lê ji bo ku em wan bixin wir, divê em amadekariyê bikin. Tiştekî ku li gorî wijdanê me be.”
‘Astengiyên burokratîk pêşiyê li ber xwedîkirinê digirin’
Îrfan Togûç di axaftina xwe de bal kişand ser astengiyên burokratîk ên li pêşiya xwedîkirin û xwedîderketina li heywanan û ev krîza kûr a birêvebirinê wiha anî ziman: “Gotin hûn kûçik û pisîkan li ba xwe xwedî bikin, lê divê yê ku tê daxwazê bike tapoya wî gerek hebe. Mîlkiyeta avahiya wî hebe, plan û projeya wî hebe. Destûra rêvebirê avahiyê hebe. Li bajarê me di her avahiyê de rêveberiyek heye lê destûrê nadin ku heywanek li wir bê xwedîkirin. Yani kes kûçik û pisîkan nikarin li ba xwe xwedî bikin. Şertê ku em destûrê bidin pir giran in. Ger daxwaz ewqas giran neban, me dikaribû gelek heywanan bidana kesan. Gelek kes ji gundan û bajaran tên, dibêjin bidin me, lê tapo û şertên giran tên xwestin. Ji ber vê yekê, di daxwazên milet de jî astengî derdikevin.”
‘Av bi tankêran tê, xwarin di bin germahiyê de xira dibe’
Nûnera Federasyona Mafên Heywanan a Amedê Sevgî Ekmekçîler jî bal kişand ser qada jiyana xwezayî ya ku ji bo heywanên kolanan hatiye veqetandin hîn ne amade ye û bi lêv kir ku şertên heyî ji bo jiyana heywanan ne guncav in. Sevgî Ekmekçîler diyar kir ku ji ber zexta wezaret û walîtiyê, berî temambûna qadê dest bi veguhastina heywanan hatiye kirin û axaftina xwe wisa berdewam kir: “Av bi tankêran tê birin, xwarin di germahiyê de zû xera dibe, zemîn ji keviran pêk tê û lingên heywanan birîndar dibin, her wiha sîwane jî kêm in.”
Sevgî Ekmekçîler got ku: “Li gorî qanûnê divê qadên jiyana xwezayî bi şertên diyarkirî werin çêkirin û pêkanîna van şertan dê herî kêm şertên jiyana heywanan baştir bike” û wiha pê de çû: “Qanûna parastina heywanan rexne dikim û li şûna girtina heywanan a di navendan de divê li seranserê welêt kampanyayeke xesandinê were meşandin. Ev rêbaz dikare di nav çend salan de pirsgirêka heywanên kolanan bi rêyeke mirovane û wijdanî bê çareserkirin.”
Sevgî Ekmekçîler îdia kir ku: “Şaredarî bi rêbazên neqanûnî û hovane heywanan dikuje” û wisa bang kir: “Hewceye hemû navendên lênêrîna heywanan bi awayekî serbixwe bêne kontrolkirin.”
‘Firotina di petşopan de bazirganiya can e’
Sevgî Ekmekçîler di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser kemasiyên qanuna ji bo firotina heywanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî qanûna ku beriya niha hatibû guhertin, firotina pisîk û seyan di dikanên petşopan de hatibû qedexekirin û firotin tenê bi rêya katalog û sîstema online hatibû sînordarkirin. Lê belê parazvanên mafên heywanan diyar dikin ku ev rêbaz jî rê li ber bazirganiya canî nagire û petşop hîn jî wekî navendên vê bazirganiyê tên bikaranîn.”















