Leşkerên rejîma Îranê kolberekî ciwan ê ji Serdeştê gulebaran kir. Di encama gulebaranê de kolberê ciwan jiyana xwe ji dest da.
Kolbernewsê têkildarî kolberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hate kuştin raporek weşand. Di raporê de hate gotin ku kolberê Kurd ê bi navê Zanyar (27) ku ji navçeya Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di encama gulebarana rasterast a leşkerên rejîma Îranê ve, li bilindiyên sînorê Tete yê Hewraman hate kuştin.
Her wiha hate gotin ku leşkerên rejîma îranê bêyî agahdarkirina pêşwext kolber gulebaran kir, guleyek li wî ket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.













