• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dengbêja 70 salî kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêje

Mahmût Altintaş / AW

10 SIBAT 2025 - 09:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Dengbêj Fadîle Aytiş anî ziman ku bi komployeke navneteweyî girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo hemû Kurdan xemgîniyeke mezin e û piştî wê rojê wê kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan gotiye.

Hêzên hegemon bi pêşengiya Amerîkayê ji bo li Rojhilata Navîn dîzayneke nû bidin çêkirin, weke asteng li pêşiya xwe tevgera azadiyê ya Kurd didîtin. Hêzên hegemon ji bo astengiyên li pêşiya xwe rakin li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan plansaziya komployekê kirin. Ji ber komploya navneteweyî ku rola gelek dewletan di nav de bû Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê kir. Serlêdanên pênaberiyê ya Abdullah Ocalan hatin redkirin. Abdullah Ocalan ji bo îltîcayê gelek li welatên Ewropa geriya lê ji bo mayinê cihek pêyda nekir. Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd 130 rojan li Ewropayê geriya. Lê hemû hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo bicihbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd ji aliyê dewletên serdest ên Ewropayê ve nehatin qebûlkirin. Abdullah Ocalan piştî 130 rojan di 15ê Sibata 1999an de ji aliyê hêzên navdewletî ve di encama komployekê de li Kenyayê hat girtin û anîn radestî Tirkiyeyê kirin.

Girtina Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û dostên Kurdan weke “Roja reş” tê binavkirin û li Kurdistan û gelek deverên cihanê gelê Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û dest bi xwe pêşendanan kirin. Li Kurdistanê gelek welatiyan gotin, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û bedena xwe dan ber agir û xwe şewitandin. Girtina Abdullah Ocalan hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn bû mîladeke nû. Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind Tipa F a Girava Îmraliye ku ji bo wî bi taybet hatibû amadekirin, tê ragirtin. Bi ser girtina Abdullah Ocalan re 26 sal derbas bûn. Gelê Kurd û dostên Kurdan ku vê rojê weke “Roja reş” bi nav dikin weke her sal îsal jî wê li qadan li dijî komploya navneteweyî nerazîbûna xwe nîşan bidin û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bikin. Dengbêj Fadile Aytiş ku piştî Abdullah Ocalan tê girtin bi kilamên xwe nerazîbûnê nîşanî komploya navneteweyî dide bi boneya salvegera komploya navneteweyî ji Ajansa Welat (Aw) re axivî û kilama xwe ya ji bo Abdullah Ocalan got.

Êş û xeman welatên xwe dike kilam û distrê

Fadîle Aytiş ku li navçeya Silopiyayê dimînê û temenê wê 70 salî ye. Di nav malbateke koçber de mezin bûye û di temenê xwe yê zarokiyê de dest bi dengbêjiyê kiriye. Fadîlê Aytiş dibêje bavê wê dengbêj bûye û ew ji bavê xwe hînî dengbêjiyê bûye. Fadîle Aytiş ku di temenê xwe yê zarokiyê de kilamên dengbêjiyê distirê wiha qala serbehatiya xwe ya dengbêjiyê kir: “Min di nav civakê de kilam distrê. Ji berê jinan nedikarî di nava civakê de kilaman bêje. Lê malbata me ne wisa bû. Ji bo bavê min jin û zilam tu cûdahiya wan tune bû. Ji ber wê jî bavê min ji min re astnegî dernedixist û berovajî wê ji min re digot dengbêjiyê bike. Min jî kul û derdên xwe, yên welatê xwe dikir kilam û distrê. Ez 70 salî me û hê jî kilaman distrêm. Êş û xemên ku me nedîtin nemaye. Ez jî wan êş û xeman weke kilam distrêm.”

‘Girtina wî ji bo me hemûyan zindan e’

Fadîle Aytiş destnîşan kir ku yek jî ji bo wê êşa mezin girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bûye û ev yek anî ziman: “Yên ku wateya wê rojê bizanibin ew roj roja xemgîniyeke mezin bû. Dema gotin Abdullah Ocalan hatiye girtin welatê me kelogirî bû. Wextya ku Sûriyeyê derket û li gelek deverên Ewropa geriya. Bi destê dewletan li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Girtina wî ji bo me hemûyan zindan e. Yên ku wateya wê rojê dizanin hê jî ji ber girtina Abdullah Ocalan bi kul û derd in. Abdullah Ocalan ji bo her çar aliyên Kurdistanê xemgîniyeke mezin e.”

‘Xweziya min bidîta Abdullah Ocalan hatiye berdan’

Fadîle Aytiş dibêje yek ji xwesteka wê ya girîng ev e ku heta li dinyayê bi çavê xwe bibînê ku Abdullah Ocalan ji zindanê derketiye û wê ji bo berdana wî kilaman bibêje.

Fadîle Aytiş ji bo girtina Abdullah Ocalan di kilamek xwe de wiha gotiye: “Dema Abdullah Ocalan hat girtin min da lorîn û min got dayê ew çi ferman e. Abdullah Ocalan serokê me Kurdan e. Birin avetin Gireva Îmraliyê. Ew fermana me Kurdan e.”

Fadîle Aytiş ji bo berdana Abdullah Ocalan jî dibêje, “Xweziya mizgîniyek ji min re bihata bigotina Abdullah Ocalan ji heps û zindanê hatiye berdan. Ay lê weylooo min got xezalê…”

 

 

Etîket: Abdullah OcalandengbêjKomplo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne