• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevjîna Kadrî Bagdû: Piştî anîna yek ji kujeran em dixwazin doz bi pêş ve biçe

Omer Demîr / AW

15 TÎRMEH 2026 - 11:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Edene – Yek ji kujerên Kadrî Bagdû di 13ê Tîrmehê de ji hêla Sûriyeyê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin. Hevjîna Kadrî Bagdû, Şemsê Bagdû diyar kir ku ew dixwazin doz weke ku faîl nediyar e nemîne û wiha got: “Yek ji kujeran anîn Tirkiyeyê lê tu tişt ji me re nehatiye gotin. Em dixwazin doz bi pêş ve biçe. Em ê serlêdanek nû bikin. Doz wê berdewam bike, em dev ji dozê bernadin.”

Kadrî Bagdû bi salan di nava Çapemeniya Azad de cih girt. Li her kolanek bajarê Edeneyê rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dikir. Di 14ê Cotmeha 2014an de dema ku rojname belav dikir li naverasta kolanê wek rêbaza salên 1990î hate qetilkirin. Dosyeya qetilkirina Kadrî Bagdû di sala 2015an de radestî buroya “faîlên meçhûl” hate kirin. Endamê DAIŞê û yek ji kujeran Servet Koç di sala 2016an de bi rêya medyaya dîjîtal xwe gihandibû kûrê Kadrî Bagdû, Îsmaîl Bagdû û qala bûyerê jê kiribû.

Servet Koç qala kuştina Kadrî Bagdû kiribû û diyar kiribû dewlet wan bi kar aniye. Lê tevî van agahiyan jî di dozê de tu pêşketin çênebû. Di 13ê Tîrmehê de MÎTa Tirkiyeyê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Talîp Guler ê bi nasnav “Abdusselam Turkî” ku dihat îdiakirin di nava rêxistinbûna DAIŞê ya Tirkiyeyê de ku wekî “Ofîsa Farûq” tê nasîn û bi bultena sor lêgerîna wî hebû ji Sûriyeyê anîne Tirkiyeyê. Lê medya Tirk û MÎTê qet qala ku ev kes yek ji kujerên Kadrî Bagdû ye nekiribûn.

Hevjîna Kadrî Bagdû, Şemsê Bagdû derbarê anîna yek ji kujeran de ji ajansa me re axivî

‘Piştî kujerek anîn Tirkiyeyê divê doz bi pêş ve biçe’

Şemsê Bagdû diyar kir ku ew dixwazin ser dozê neyê girtin û dosye wek dosyeyek faîl nediyar nemîne û wiha got: “Kujer piştî bûyerê çûn Sûriyeyê. Polîsan ji me re got, Servet Koç ê ku ji me re dîmen şandibû ew li Reqayê hate kuştin. Yek ji wan dest û lingê wî jê bûye û li Stenbolê ye. 2 kesên din jî em nizanin çi bi serê wan hat. Kesê ku gule berdabû Qedrî, Tirk bû, rewşa wî jî ne diyar e. Dozê birin buroya faîlî meçhûl. Çawa ku Servet Koç ji me re dîmen şand me dîmen bi emniyet, parêzer, ÎHD û dozgeriyê re parve kir. Lê rojekî emniyet û dozgerî ji me re negot, ‘ev çi dîmen e, kî şandiye?’ Heta ku Servet Koç li Reqayê hate kuştin, paşê polîs li kûrê min geriya û dibêje, ‘Yek ji kujeran li Reqayê hatiye kuştin’. Bi salan behsa bûyerê nekirin lê piştî qatîl hate kuştin, demildest me geriyan. Heta dawiyê em ê li pey dozê bin. Em ê serlêdanek nû bikin. Lê ew dixwazin doz wekî faîl nediyar bimîne. Em dixwazin doz ji niha şûn ve bi pêş ve biçe, yek ji kujeran anîn Tirkiyeyê lê tu tişt ji me re negotin. Me dozê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bir. Doz wê berdewam bike, em dev ji dozê bernadin.”

Etîket: Kadrî BagdûŞemsê Bagdû
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Divê dosye vebibe û lêpirsînek bi bandor bê kirin

Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Divê dosye vebibe û lêpirsînek bi bandor bê kirin

14 COTMEH 2026
Endamê DAIŞê Talîp Guler ê ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

Endamê DAIŞê Talîp Guler ê ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

13 TÎRMEH 2026
Ji bo bibîranîna Kadrî Bagdû belgefîlma ‘Birîn’ hate weşandin

Ji bo bibîranîna Kadrî Bagdû belgefîlma ‘Birîn’ hate weşandin

5 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne