Di Kûpaya Cîhanê de Îspanya Fransayê 2-0 têk bir û derket Fînalê.
Kûpaya Cîhanê bi maça nîvefînalê bi kelecanî didome. Di maça yekemîn a nîvefînalê de Fransa û Îspanya li Stadyûma AT&T a Arlingtona Amerîkayê hatin hemberî hev.
Îspanya li gorî Fransayê bi listîkek baş dest bi maçê kir lê pozîsyon dest nexist. Di deqîqeya 20an de listîkvanê Fransayê Lucas Digne, listîkvanê Îspanyayê Lamine Yamal xist erdê û Îspanya penaltî qezenc kir. Mikel Oyarzabal penaltiyê kir gol û Îspanya 1-0 pêş ket.
Di beşa yekemîn de tu gol din çênebû û beşa yekemîn bi 1-0 serkeftina Îspanyayê bi dawî bû.
Îspanya li gorî Fransayê hêztir dest bi beşa duyemîn kir. Di deqîqeya 58an de bi asîsta Dani Olmo, Pedro Porro gol avêt û skorê kir 2-0.
Reqîbê Îspanyayê dê sibe di maça Îngilistan û Arjantînê de diyar bibe. Her du tîmên neteweyî dê di saet 22.00an de li Stada Mercedes-Benz a Atlanta Amerîkayê werin hemberî hev.













