• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amerîka û Îranê êrişî hev dikin: Petrol biha dibe

Navenda Nûçeyan / AW

13 TÎRMEH 2026 - 10:02
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Amerîkayê ragihand ku ji bo parastina keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê wan êrişên nû li dijî Îranê kirin e. Îranê jî ragihand ku êriş biriye ser hedefên leşkerî yên li Urdun, Bahreyn, Kûweyt û Ûmmanê yên Amerîkayê.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi dema Washingtonê saet di 17:00 de li dijî Îranê dest bi pêleke nû ya êrişan kir. CENTCOMê ragihand ku operasyon ji bo parastina trafîka deryayî ya bazirganiyê û keştiyên sivîl ên li Tengava Hurmuzê bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, bi fermana Serokê DYAyê Donald Trump ji bo “hesabpirsîna” ji hêzên Îranê operasyon hatiye kirin.

Li gorî medya dewletê ya Îranê di êrişên DYAyê de li eyaleta Hurmuzganê xebatkarekî telekomunîkasyonê jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. Li gorî ajansa IRNAyê jî li bajarê Mahşehrê di êrişeke din de kesekî jiyana xwe ji dest da, çar kes jî birîndar bûn.

Îranê bersiva êrişan da

Mihefizên Şoreşê yên Îranê jî ragihandin ku weke bersivê li dijî baregehên Emerîkî yên li Bahreyn, Urdun û Kûweytê xistin e. Mihefizên Şoreşê her wiha diyar kirin ku li sîstemên radarê yên li Ûmmanê xistin e.

Artêşa Urdunê eşkere kir ku çar fuzeyên ji aliyê Îranê ve hatin avêtin ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin astengkirin û tiştek bi kesî nehat.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Kûweytê jî ragihand ku wan sîstema parastina hewayî xistine dewrê.

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku êrişên dawî yên DYAyê hewldanên dîplomatîk ên mehên dawî bi temamî pûç kirine.

Wezaretê diyar kir ku Washingtonê lihevkirina beriya niha binpê kiriye û li Tengava Hurmuzê careke din atmosfereke nearam afirandiye.

Petrol giran bû

Metirsiya belavbûna şer li Rojhilata Navîn û rageşiya li Tengava Hurmuzê bandor li bazara enerjiyê jî dike. Buhayê warîleke petrolê ya Brent ji sedî 3,75 zêde bû û bû 78,86 dolar. Petrola xav a DYAyê (WTI) jî ji sedî 3,65 zêde bû û bû 74,02 dolar.

Etîket: CENTCOMDYAMihefizên Şoreşê yên Îranêpetrolşerê Amerîka û ÎranêTengava Hurmuzê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

CENTCOM: Ma 170 merkezê leşkerî yê Îranî pirodayê

CENTCOM: Em ji bo êrişa Îranê li benda fermanê ne

25 COTMEH 2026
Tom Barrack bi Şara re civiya

Tom Barrack bi Şara re civiya

21 COTMEH 2026
Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

18 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne