• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Biryara Konferansa Zimanê Kurdî: Ji bo Kirmanckî wê sazî û televîzyonek werin avakirin

Serhat Toptaş / AW

13 TÎRMEH 2026 - 09:06
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Enqere – Rêvebera ANKA-DERê Emîne Oguz derbarê Konferansa Zimanê Kurdî ya li Amedê hatibû lidarxistin de axivî û diyar kir ku li gorî biryarên di konferansê de hatine girtin dê di serdema nû de Kurdî bibe zimanê sereke yên xebatên saziyan û wiha got: “Wê ji bo zaravayê Kirmanckî saziyek û televîzyonek taybet bên avakirin. Wê Komuna Saziyên Ziman were avakirin. Divê bi taybetî ziman di qada siyasetê de were bikaranîn.”

Saziyên Zimanê Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di 27-28ê Hezîranê de li Amedê bi şiara, “Ji Statuyê Heta Perwerdehiyê; Çarçoveyeke Nû Bo Muzakereyê” Konferansa Zimanê Kurdî li dar xist. Gelek nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, mamoste û aktivîstên zimanê Kurdî yên ku di van mijaran de serwext û di heman demê de nûnerên sazî û dezgehên zimanê Kurdî ne beşdarî konferansê bûn. Saziyên ziman piştî konferansê encamnamê ji raya giştî re ragihandin. Di encamnameya konferansê de li ser statuya hiqûqî ya zimanê Kurdî, polîtikayên ziman ên partiyên siyasî û rêveberiyên xwecihî û gelek mijaran hat rawestandin û biryar hatin ragihandin.

Konferansa di encamên komxebatên li bajarên weke Cizîr, Enqere, Wan û Sêwregê hatin lidarxistin de pêk hat. Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) ku li Enqereyê xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe jî tev li konferansê bûbû. Rêvebera ANKA-DERê Emîne Oguz derbarê biryarên di konferansê de hatine girtin û xebatên ji niha şûn ve bên kirin ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

‘Ji bo Kirmanckî wê saziyek taybet û televîzyonek bê avakirin’

Emîne Oguz bal kişand ser biryarên biryarên di konferansê de hatine girtin û diyar kir ku wan ji bo mafê perwerdehiya zimanê Kurdî û statuya Kurdî gelek biryar girtin e û wiha qala vê yekê kir: “Biryarên ku hatin dayîn hem ji aliyê pêkanînên fîzîkî û hem jî wek pêşniyaran derketin pêş. Yek jî biryarên me girtin e jî ew e ku kanaleke tenê bi Kirmanckî weşanê bike were vekirin. Her wiha ji bo pêşxistina zaravayê Kirmanckî weqfek an saziyeke taybet bi Kirmanckî xabatan bike, were avakirin. Ji bilî ve jî hewce ye ku her ji du salan carekê ji bo pêşxistin û zindîkirina ziman konfaransên giştî bên lidarxistin. Weke saziyên zimanê Kurdî em ê rol û mîsyona xwe ya li ser ziman li gorî rewşê û pewîstiyan bi cih bînin. Her wiha weke saziyên ziman em ê xebateke hevpar jî bikin. Yek jî nîqaşa herî girîng ew bû ku di nav sazî û dezgehên Kurdewar de bikaranîna ziman bû. Di nav van saziyan de Kurdî kêm tê bikaranîn. Em temsîliyeta xwe bi zimanê xwe dixwazin. Di nav saziyan de Kurdî wê bibe zimanê sereke. Ev biryar ji bo pêşketina ziman gelekî girîng in.”

‘Komuna Saziyên ziman were avakirin’

Emîne Oguz da zanîn ku ew dê di siberojê de li gorî biyarên hatine girtin Komîna Saziyên Ziman jî ava bikin û wiha got: “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em ê xabatên ziman li pêş bixin û xurt bikin. Weke mînak ji Stenbolê ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî tenê Enstutiya Kurdî heye, em hewl didin ku li wir saziyên din vekin. Di van 4 mehên derbas bûyî de me li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê saziyên zimanê Kurdî vekirin. Ji bilî vê jî li bajarên Tirkiyeyê ku li wir hejmareke zêde Kurd dijîn ji bo xurtkirina xebatên ziman saziyên ziman werin vekirin. Me heya niha weke saziyên ziman xebatên hevpar bi xwezayî pêk dianî. Ji bo xurtkirina têkiliyên di nav saziyan de Komuna Saziyên Ziman dê were avakirin.”

‘Divê ziman di hemû qadan de bê bikaranîn’

Emîne Oguz diyar kir ku di nav saziyên Kurdewarî de bikaranîna Kurdî kêm e û got: “Di nav saziyan de zimanê Kurdî wek alternatîf tê bikaranîn. Dema Kurdî dinivisînin jî bi hişmendiya Tirkî wergerê dikin. Zimanê Kurdî bixwe cîhanekê cuda ye û hişmendiyeke cuda ye. Em dibêjin bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û binîvisînin. Dema ku em di nav saziyan de bikar neynin gel îkna nabe. Zimanê Kurdî di vê astê de li pêş ketiye lê di qada siyasî û aboriyê de pirr kêm tê bikaranîn. Divê ziman di hemû qadan de bê bikaranîn. Ne tenê bi awayekî temsîlî bê bikaranîn. Yên dibêjin em ê temsîla Kurdan bikin divê bi Kurdî xebatên xwe bikin.”

‘Perwerdehiya ziman a online’

Emîne Oguz anî ziman ku ew ê xebatên ziman li ser esasê perwerdehiyê xurt bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Di nav civake de zimanê Kurdî tê bikaranîn her wiha di axaftina rojanê de jî tê bikaranîn. Lê dema perwerdehiya zimanekî tune be ew ziman dikeve bin xetereyê. Ji bo ve yekê em dixwazin dibistaneke online vebikin. Kesên ku dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin li ku bin jî bikaribin xwe bigihînin perwerdehiyê. Heta zimanê me bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê û xwedî statu em ê li ber xwe bidin. Di hemû qadan de em ê zimanê xwe li pêş bixin. Ev konferansa me jî ji aliyê rêbazan ve nêrînên me guherand. Me heta niha xebatên bi atolye û îmzakirina pirtûkan ve sînordar kiribû. Em ji niha şûn ve ji bo statuya Kurdî dikarin çi bikin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, em ê çawa xwe amade bikin li ser vê esasê xebatên xwe bimeşînin. Em çawa dikarin gelê xwe li dora ziman kom bikin, em ê van xebatan bidin pêşiya xwe.”

Etîket: dersa zimanê KurdîEmîne Oguzkonferansa zimanê kurdîRêvebera ANKA-DERê Emîne OguzStatuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdîzaravayê Kirmanckî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026
Mamosteyên ANKAyê: Divê malbat zarokên xwe ji bo zimanê xwe bînin vir

Mamosteyên ANKAyê: Divê malbat zarokên xwe ji bo zimanê xwe bînin vir

10 ÎLON 2026
Saziyên ziman dê li Stenbolê ji bo Kurdî dakevin qadan

Saziyên ziman dê li Stenbolê ji bo Kurdî dakevin qadan

9 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

4 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne