Amed – Yek ji şêniyê Gundê Eyntirtê yê navçeya Gêl a Amedê Veysî Dogan bal kişand ser bandora krîza aboriyê ya li ser sektora çandinî û sewalkariyê û da zanîn ku ciwan ji ber debarê diçin derveyî bajêr. Veysî Dogan bang li rayedaran kir ku ji bo cotkarî û sêwalkarî neqede alîkariya wan bikin.
Gundê Eyntirtê yê navçeya Gêl ê Amedê ku 400 mal lê hene bi dîroka xwe ya kevnar û Çemê Dîcleyê tê naskirin. Debara gund li ser cotkarî û sewalkariyê ye. Lê ji ber pirsgirêkên abaoriyê welatî di kar û xebatên xwe de zehmetiyê dikişînin. Ji ber vê rewşa heyî ciwanên gund ji bo debarê diçin derveyî bajêr. Zehmetiyên çandinî û sewalkariyê pir in û bihabûna tiştan jî dibe sedem ku gundî nikaribin karê xwe bikin. Yek ji şêniyê gund Veysî Dogan (61) têkildarî rewşa gund ji ajansa me re axivî û xwest rayedar ji bo cotkarî û sêwalkarî neqede alîkariya wan bikin.
‘Ne tiştê em diçînin têra mesrefê dike, ne jî em dikarin li heywanan binêrin’
Veysî Dogan anî ziman ku şert û mercên jiyanê yên li gund roj bi roj girantir dibin û bihabûna zibil, mazot û kaye karê wan zehmettir dike û wiha behsa kar û barên gund kir: “Em nîsk, ceh û genim diçînin, lê dema em radikin, tiştê ku dikeve destê me mesrefa me dernaxe. Sewalkarî ji xwe qediya ye. Torbeyê êm di navbera 810 TL û hezar û 200 TLyî de ye. Em nikarin şîr bifiroşin, em dikin mast û difiroşin lê ji ber mesrefên dikanê û servîsê tiştek ji me re namîne. Em di xesarê de ne.”
Berê paleyî û hevkarî hebû, niha mesref hene

Veysî Dogan jiyana gund a berê û ya îro da ber hev û diyar kir ku berê kar bi paleyî û alîkariyê dimeşiya, lê bi hatina teknolojiyê re mesref zêdetir bûne û ev tişt gotin: “Berê me bi tirpanan, bi gayan kar dikir. Meh bi meh bikşanda jî me bi palehiyê karê xwe diqedand. Niha makine derketin, hêza mirovan kêm bû lê her tişt bi pere ye û mesrefeke mezin heye. Li gund malbateke ku erdê wê biçûk be, 5-10 donim erdê wê hebe, di vê buhabûnê de êdî nikare debara xwe bike.”
Ciwan gund diterikînin
Veysî Dogan ji bo piştgiriya hilberînerên biçûk bang kir ku dewlet piştgiriyê bide erdên bêtapu jî û alîkariya gundiyan bike. Veysî Dogan da zanîn ku ji ber li gund derfêta debarê nemaye ciwan neçar dimînin koçî metropolan bikin û wiha got: “Ciwanên me hemû diçin metropolan, di înşatan de û di karên giran de dixebitin. Ji ber li gund pêşerojeke ku em bidin wan nemaye.”
‘Li welatê me û seranserê Tirkiyeyê aştî çêbibe’
Veysî Dogan her wiha bal kişand ser pêvajoya heyî û neheqiya hiqûqî ya li herêmê û xwest ku aştiyeke mayînde ava bibe. Veysî Dogan da zanîn ku divê hurmet ji vîna gel re were girtin û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin hem li welatê me hem jî li seranserê Tirkiyeyê aştî çêbibe. Bila xwîn nerijê, ev pêvajo bigiheje serî. Mirovan bela sebeb nexin heps û zindanan. Gelê me vîna xwe datîne holê, dengê xwe dide, lê qeyim û tayînî cihê wan dikin. Zulmê li vî gelî dikin. Em dixwazin neheqî û zilm êdî bi dawî bibe.”













