• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li ber Meclisê banga xurtkirina aştiyê kir

Enqere/ Aw

11 TÎRMEH 2026 - 13:28
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan li ber Meclîsê daxwaza xurtkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir.

‎Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan, bi boneya salvegera şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk li ber Deriyê Meclîsê ya Dîkmenê daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên înîsîyatîfê û rêxistinên jinan tevlî daxuyaniyê bûn. Jin ji pêşiya Parka Meclîsê heta ber Deriyê Meclîsê ya Dîkmenê ve meşiyan. Li ber deriyê Meclîse ya Dîkmenê kom bûn û li vir daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em ji bo aştiyê israr dikin’ hat rakirin û dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Jin Şer Naxwazin’ û ‘Jin ji bo aştiyê israr dikin’ hatin berzkirin. Daxuyanî bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî û bi Tirkî hate xwendin.

Daxuyaniya Kurmancî ji aliyê endama Înîsiyatîfê Nebahat Çalban ve hate xwendin.

‘Di raporê de navê jinan tune bû’

Nebahat Çalban bi bîr xist ku ew par jî li ber deriyê Meclîse bûne û daxwaza avakirina komîsyoneke kiribûn û wiha got: “Lê mixabin, gotineke me jî di rapora dawî de cih negirt, heta behsa wê yekê jî nehat kirin ka jin di nava vî şerî de çi êş û azaran dibînin. Wek ku me hema piştî eşkerebûna raporê jî got, di rapora Komisyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de ‘navê jinan tune bû’. Ew her pênc daxwazên ku me wê rojê li vir û piştre jî di komîsyonê de anîbûn ziman ev bûn:

* Divê siyaset neyê krîmînalîzekirin û wek sûc neyê nîşandan – yanî rakirina Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê û qanûnên mîna wê, serbestberdana hemû girtiyên siyasî û bi taybetî girtiyên nexweş

* Paşvekişandina hemû qeyûman û betalkirina Biryarnameya Serokkomariyê ya peywendîdar

* Ji bo hemû nasname û pêkhateyan dabînkirina wekheviyeke rasteqîn û giştgir – di vî warî de rakirina astengiyên li ber perwerdehiya bi zimanê dayikê û girtina xizmetên saziyan

* Darizandina zilamên bi unîformayî (tîmên taybet, cerdevan û hwd.) ên ku hêza dewletê digirin pişta xwe û tûndtijiya zayendî dikin, rûbirûbûna bi van sûdan û çareserkirina encamên koçberiya bi zorê

* Vekirina rêya hevdîtina jinan, rojnamevanan û civaka sivîl bi Abdullah Ocalan re ku aliyekî vî pêvajoyê ne daku bi vî rengî jin bikaribin li ser hemû masayên ku aştî lê tê axaftin gotina xwe bejin.”

‘Dewlet dest bi têgina terorê bernade’

Nebahat Çalpan diyar kir ku qada siyasî bi destê darazê ve tê tengkirin û ev tişt anî ziman: “Gava em dibêjin bila di vê rêya ber bi aştiyê de Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê were rakirin, dewlet ji rabirdûyê rêxistinan zindî dike, mirovan bi endamtiya rêxistinên ku navê wan jî nebihîstine tawanbar dike û tu carî dest ji têgîna ‘terorê’ bernade. Di vê salekê de tenê şaredariyek jî radestî şaredarê wê yê hilbijartî nehatiye kirin û qeyûmek jî paşve nehatiye kişandin. Ev torên ku leşker, polîs, walî, cerdevan, bijîşkê nexweşxaneyê û hîn bêtir di nav de ne û li dijî jin û keçan tên bikaranîn, encama rêbazeke şer in.”

‘Çima’

Nebahat Çalban anî ziman ku dawazên wan ê di salake dawî de nehatinê bicih û wiha pê de çû: “Daxwaza me ya vekirina rêya hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re bi awayekî zelal, cihgirtina jinan li ser masayên ku aştî lê tê axaftin û çêkirina qanûna vegerê bi çavdêriya mafên jinan, di vê sala dawî de bersiv nedît. Heta di van rojan de ku tê axaftin qanûn wekî çarçoveya pêvajoyê were meclisê, em fêr dibin ku zêdetirî 40 roj in rê nayê dan ku Şandeya Îmraliyê biçe. Çima? Destûr nayê dayîn ku civak çi fêr bibe? Naveroka vê qanûna ku tê gotin dê heta dawiya meha Tîrmehê were derxistin çi ye? Gelo ev qanûn dê bibe qanûneke ku rêya siyaseta demokratîk vedike yan dê bibe qanûneke dîlgirtinê ku pêvajoyê tîne rewşeke ‘êdî qewimî û qediya’?”

‘Em aştiyeke rêya siyaseta demokratik vedike dixwazin’

Di dawiya axaftina xwe de Nebahat Çalpan destnîşan kir ku îro jî salvegera merasîma şewitandina çekan e û bi van hevokan bi dawî kir: “Di wê merasîmê de berdevka Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat wiha gotibû ‘Ji niha û pê ve, ji bo ku em têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbaza siyaseta demokratîk û hiqûqê bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk, em di hizûra we de çekên xwe bi vîna xwe ya azad tune dikin. Bêguman ji bo ku ev destpêka dîrokî bi ser bikeve, pêdivî bi reformên hiqûqî yên pir cidî heye.’ Em israr dikin li ser qanûneke ku ne sûcdarên nû diafirîne, lê rêya siyaseta demokratîk vedike; qanûneke ku tê de tu kes ji ber parastina mafên xwe nayê girtin, yên ku ji ber siyaseta xwe di girtîgehê de ne serbest tên berdan, tiştekî bi navê qeyûm tune ye, kurd, jin, LGBTÎ+ û her kes wekhev e, zimanê dayikê maf e, ew kesên ku unîformaya dewletê li xwe dikin û çekan digirin destên xwe nikarin sûcên zayendî li dijî jinan bikin û ser vê nayê girtin, gundê tu kesî wekî herêma ewlehiyê ya taybet nayê ragihandin! Yanî em li ser qanûneke ku ne sûcdarên nû diafirîne lê rêya siyaseta demokratîk vedike israr dikin.”

Etîket: Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya JinanMeclîsNebahat Çalbanpêdiviya min bi aştiyê heye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
Meclis dê ji bo qanûna çarçoveyî meha Tebaxê bicive

Qanûna çarçoveyî li Meclisê ye

10 TEBAX 2026
Qanûnê Çarçewa Komîsyonê Edaletî ra derbas bi

Qanûna Çarçoveyî ji Komîsyona Edaletê derbas bû

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne