• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wê bibe mîtînga dîrokî

Mêrsîn / AW

9 SIBAT 2025 - 08:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş, têkildarî mîtînga ku îro piştî nîvro li Mêrsînê pêk bê agahî da û got: “Hêvî û bendewariya gel pir pir zêde ye. Em bawer dikin ku ev mîtîng dê bibe mîtîngeke dîrokî û bibe bersîva siberojê.”

Rêxistina DEM Partî û DBPê yên Mêrsînê dê îro “Ji bo azadiyê mîtînga aştiyê” li dar bixe. Amadekariyê mîtîngê bi dawî bû. Tê payîn ku bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bibe. Mîtîng dê saet di 14.00’an de li ber Stada Tevfîk Sırrı Gur a kevin a navçeya Akdenîzê bê lidarxistin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş, têkildarî armanca mîtingê û amadekariyên mîtîngê agahî dan. Bedrîye Kuş, ewil bal kişand ser armanca mîtîngê û wiha got: “Di 2ê sibatê de bi heman armancê mîtîngek li Stenbolê pêk hat. Di 8ê sibatê de li Amedê mîtîng pêk hat. Di 9ê sibatê (îro) de jî li Mêrsînêbi heman armancê “Ji bo azadiyê mîtînga aştiyê” li dar bixin.”

Bedriye Kuş, anî ziman ku ew dixwazin bi vê mîtîngê bibin bersîva pêvajoya siberojê û got: “Ji bo ev pêvajoya pêş ber bi aştiyê ve biçe, ji bo çareseriyek demokratîk peş bikeve û Birêz Ocalan bigêje azadiya fîzîkî, her wiha ji bo li Rojhilata Navîn şerê heyî bi dawî bibe, em vê mîtingê pêk tînin. Ji bo aştiyek bi rûmet pêş bikeve ev mîtîng ji bo me girîng e. Nêzî 10 roj in em amadekariya vê mîtîngê dikin. Bi tevlêbûna 9 parlamenteran, endamên meclisa partiyê û nûnerên saziyên demokratîk û civakî em xebatên vê mîtîngê berdewam dikin. Em di nava rojê de li hemû esnafan geriyan û banga tevlêbûna mîtîngê kir. Bi şevê jî em li taxan li malan derî bi derî geriyan û gel vexwend mîtîngê. Dîsa êvaran em li kahweyan geriyan û civînên gel pêk anîn. Bi belavkirina belavokan me gelê xwe dawetî vê mîtingê kir.”

Bedrîye Kuş, destnîşan kir ku amadekariyên mîtîngê bi temamî qediyane û wiha berdewam kir: “Heta şeva dawî jî bi tevlêbûna wekîlan me li kahweşan banga tevlêbûna mîtîngfê kir. Em ê saet di 14.00an de li tenişta Stada Tefîk Sirri Gur mîtînga xwe pêk bînin. Me ji şevê de dika platforma mîtîngê saz kir û em ji bo mîtîngê amade ne. Em li heviya gelê xwe ne.

Bedriye Kuş, der barê bernameya mîtîngê de jî agahî da û wiha got: “Dê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, dîsa gelek parlamenter dê beşdarî mîtîngê bibin. Hevserokên partiyan dê der barê pêvajoyê de axaftinan bikin û peyamên xwe bidin. Hemû xebatên teknîkî hatin kirin. Heta niha tu pirsgirêk tune. Heta niha me esnaf, kolan, tax û gel ziyaret kir û hemû amadekarî hatin kirin.”

Hêvî mezin e 

Bedriye Kuş, der barê nêzîkatiya gel, partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî çavdêriyên xwe parve kir û wiha got: “Hêvîya gel û bendewariya gel ji vê mîtîngê pir zêde ye. Têkildarî çareseriyê hewldanek hatiye destpêkirin. Lê hîn piyekî vê meselê li hewa maye. Pêvajoyek ku hîn nav lê nehatiye kirin. Ewil destê xwe dirêj kirin. Bang li Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kirin ku li meclisê biaxeve. Vê yekê di gel û raya giştî de heviyek ava kir. Gel ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kir. Heviya ku aştî û çareserî pêş bikev ava kir. Lê hîn nav li vê yekê nehatiye kirin. Em hêvî û bawer dikin ku ev yek bibe destpêka aştî û diyalogê. Bibe destpêka çareseriyê. Di vê mîtînga ku bi deh hezaran kes beşdar bibe, hevû û baweriya me ewe ku ev bibe pêvajoya aştiyek bi rûmet û çareseriyek demokratîk. Em dixwazin ev mîtîng bibe bersîva van daxwaz û heviyan. Em hêvî dikin ku ev dengê ku li qada mîtîngê bilind bibe bigêje Enqereyê jî. Em dixwazin ev hevdîtin bibe sedema çareseriyê. Hêvî û bendewariyek mezin a gel heye. Tevlêbûna mîtîngê jî dê li gorî vê hêvî û bendewariyê zêde be.”

Dê bibe mîtînga dîrokî 

Bedriye Kuş, li ser bandora mîtîngê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: ” Dê bibe mîtîngeke dîrokî. Ev mitînga dîrokî dê bibe bersîva siberojê. Bi vê fikr û baweriyê em bang li hemû gelê xwe, jin, ciwan û hemû nasnameyên li Mêrsînê dijîn dikin ku tev li mîtîngê bibin. Em bi qêrîn, tilîlî, reng û nasnameyên xwe yên rengîn beşdarî vê mîtîngê bibin û qada mîtîngê bihejînin. Ji bo aştiyek bi rûmet em ê dengê xwe li qada mîtîngê bilind bikin. Em bang li hemû hêzên kedê, partiyên siyasî û hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga dîrokî. Me bang li hemû reng û nasnameyên li Mêrsînê dijîn kir. Me hemû saziyên civakî, rêxistinên demokratîk, partiyên siyasî û hemû beşên civakê ziyaret kir û vexwend mîtîngê. Mêrsîn cihekî kozmopolîtîk e. Ji her ziman, bawerî û nasnameyan heye. Mêrsîn bajarê jin, kedkar, çotkar, karkeran û koçberan e. Ji ber vê yekê em bang li hemû beşên civakê dikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne