• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KCKê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

Navenda Nûçeyan

11 TÎRMEH 2026 - 11:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCKê dayika aştiyê Bahar Bîlge bi bîr anî û wiha got: “Em dayika xwe Bahar bi rêzdarî, minet û hezkirin bi bîr tînin. Weke zarokên dayikek wiha em soza xwe dubare dikin ku bi berxwedan û biryardarî xeyalên wê pêk bînin.”

Dayika Aştiyê Bahar Bîlge ya xwe wek ‘Ez dayika Serok û Kurdistanê me’ pênase dikir û hevjîn, du kurê wê û du neviyê wê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, di 10ê Tîrmehê de wefat kir.

Li ser wefata dayika Bahar Bîlge Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê daxuyanî da û diyar kir ku tevî tememê xwe yê mezin jî têkoşîna xwe domandiye û ji bo doza rewya ya gelê xwe bimeşîne kêliyekê jî teredut nekiriye.

KCKê di destpêka daxuyaniyê de dayikê bi rêzdarî, minet û hezkirin bi bîr anî û wiha got: “Dayika Bahar dizanî ku em xwedî rastiya gelekî welê ne ku hebûna wê tune hatiye hesibandin û ji bo bibe xwe ji derveyî têkoşînê tu rêyên din jê re nebû. Dayika Bahar her kêliya jiyana xwe li gorî vê şêwe daye, di vê oxirê de ji dayîna tu berdêlan xwe nedaye paş. Di sala 94an de bû şahida şehadeta hevalê jiyana xwe, ev yek nebû sedem ku ew paşde gav biavêje û weke kesek bi rûmet û dilsozê xak, çand û zimanê xwe erdema jiyankirinê derbasî du kurên xwe jî kir û li pey wê jî du neviyên xwe kir neferê vê doza bi maf û şehadeta wan dît. Ji ber ku dil dabû doza azadiyê zext, îşkence û zilm ji jiyana wê tu carî kêm nebûye, lê li dijî van hemûyan weke dayikek Kurdistanê ya serbilind hemû berpirsyariya xwe bi cih anî, bersiv da û tevî hemû zehmetiyan û temenê xwe yê mezin tim di nava têkoşînê de bû. Ji serhildanan dest pê kir û di her qonaxa têkoşîna azadiyê de, bi roleke aktîf rabûye. Herî dawî di înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de ku demek dirêj bi hewldaneke mezin di nav de cih digirt, bêyî hincet heta nefesa xwe ya dawî li herî pêş têkoşîna xwe dewam kiriye. Di vî warî de dayika Bahar dayika hemû zarokên Kurdistanê û milîtanên azadiyê bû. Xwe bi têkoşîna azadiyê re kir yek û bûye temsîla têkoşînê.

Dayika Bahar bûye dengê serhildanê

Dayika Bahar bûye dengê serhildanê yê hemû jinên ku êş kişandine û dengê wan di kûrahiya dîrokê de hatiye hepskirin. Bûye îspata wê yekê ku jin tenê bi têkoşînê dikarin xwe ava bikin. Hemû jiyana dayika Bahar di nava têkoşînê de derbas bû, bêyî teredut tevlî pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ji aliyê Rêbertiya me ve hatî destpêkirin, bû. Bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re ji bo mayîndebûna aştiya demokratîk, hebûna me û destkeftiyên me têkoşîneke aktîf raber kiriye. Dayika Bahar guh neda nexweşiyên xwe û bedena xwe ya westiyayî, heta bêhna xwe ya dawî têkoşîna xwe domand û jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê, ew bû şehîda pêvajoya aştî û civaka demokratîk.

Em serbilind in ku zarokên dayikek wiha ne. Di serî de malbata me ya welatparêz a hêja, em ji hevrêyên dayika Bahar Dayikên Aştiyê, gelê xwe û hemû jinan re sersaxiyê dixwazin. Em dayika xwe Bahar bi rêzdarî, minet û hezkirin bi bîr tînin. Weke zarokên dayikek wiha em soza xwe dubare dikin ku bi berxwedan û biryardarî xeyalên wê pêk bînin.”

Etîket: Bahar BîlgeDayika Aştiyê Bahar BîlgeKCK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne