• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Divê dewlet guh bide Rêberê PKKê Abdullah Ocalan

Onder Akbulut-Omer Demîr / AW

9 SIBAT 2025 - 08:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Dayikên beşdarî mitînga bi dirûşma “Jibo Aştiyê Azadiyê” ya Amedê bûn diyar kirin ku ji bo aştiyeke mayînde beşdarî mitîngê bûne û gotin: “Divê dewlet jî wek Rêberê PKKê Abdullah Ocalan zelal bibe û ji bo aştiyê gav biavêje.”

Şandeya ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê di 28ê Kanûna 2024an û 22yê Çile de li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinên li gel Abdullah Ocalan pêk hatin, bi pêşengiya DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê civînên gel bi dirûşma “Ji bo aştiyê azadî” hatin lidarxistin û hêj jî civînên gel berdewam dikin. DEM Partî û DBP di wan civînan de hem derheqê pêvajoyê de gel agahdar dike û di heman demê de seferberiya rêxistinkirinê daye destpêkirin. Her wiha bi pêşengiya her du partiyan li Stenbolê û Amedê mitîngên bi navê “Ji bo aştiyê azadî” hatin lidarxistin. Di 2ê sibatê de li Stenbolê û di 8ê sibatê jî li Amedê mîtîngên girseyî li dar xistin. Îro jî dê li bajarê Mêrsînê mitîng bê lidarxistin. Beşderwanên 8ê Sibatê de bi xeml û rengên xwe tev li mitînga Amedê bûn têkildarî pêvajoyê Ajansa Welat re axivîn.

‘Em êdî naxwazin mirov bên kuştin’

Dayika Aştiyê Maşallah Kaya destnîşan kir ku ev serdem bibe serdema aşitiyê û got: “Em êdî naxwazin xwîn birije û mirov bên kuştin. Bila destên xwe bidin destên kurdan û xwişk û biratiya xwe xurt bikin. Divê dewlet jî wek Rêberê PKKê Abdullah Ocalan zelal bibe û ji bo aştiyê gav biavêje. Bila partiyên siyasî jî çi dikeve ser milên wan bikin û êdî kezeba dayikan neşevite. Em êdî şer naxwaz in.”

‘Bila êdî dayîk negrîn’

Dayika Aştiyê Emîne Alkiş jî diyar kir ku ji bo aştî pêk bê ji Silopyayê beşdarê mitingê dibe û wiha got: “Em gelê kurd jî wek hemû gelan aştiyê dixwazin. Em çiqasî ji bo aştiyê destên xwe dirêj dikin lê dewlet hêj jî êrişê kurdan dike. Divê her çar aliyê Kurdistanê destên xwe bidin hevdû û bibin yek. Bila êdî dayîk negirîn. Bila hemû dayik destên xwe bidin destên dayikên kurdan û ji bo aştiyê bibin yek deng. Êdî ji kuştinê re bes e. Divê dewlet guh bide peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û ji bo aştiyê gava yekemin tecrîdê rake”

‘Em dixwazin êdî Reberê Apo azad bibe’

Yek ji dayikên beşdarî mîtînge bûn Sakîne Behçet jî da zanîn ku êdî roj roja aştî û azadiyêye û got: “Êdî bes e ji vê zilm û zordariya ku gelê kurd dibine. Em dixwazin êdî Reberê Apo azad bibe û were nav gelê xwe. Çiqasî êriş bikin jî gelê kurd xelas nabe. Dewlet ji aliyekî dibêje aştî lê aliyîk jî sivîl û rojnamegera dikuje. Em aştiyê û wekheviyê dixwazin.”

‘Bila ev sedsala bibe dawiya şer’

Dayika Fehîma Aslan ku beşdarî mîtînge bû jî anî ziman ku ji bo aştî pêk bê beşdarî mitîngê bûye û wiha axivî: “Bila ev sedsala bibe dawiya şer. Em jin aştiyê dixwazin. Em êdî naxwazin zarokên me bên kuştin. Ev sedsale gelê kurd ji bo aştiyeke mayînde berxwe dide. Em bawer dikin ku ev sedsal dê bibe sedsala aştî û azadiyê. Em êdî bi xwe bawer in teqez serkeftin a me ye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne