• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Wanê civîna gel: Tu çiqas rêxistinkirîbî tu ewqas heyî

Wan / AW

9 TÎRMEH 2026 - 13:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê, bi dirûşma ‘Em ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Xwe bi Rêxistin Dikin’ li navçeya Rêya Armûşê civîna gel pêk anî. Di civînê de banga mezinkirina rêxistinbûnê hat kirin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê, bi dirûşma ‘Em ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Xwe bi Rêxistin Dikin’ li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê civîna gel li dar xist. Di eywanê de pankarta mezin a bi ‘Em ji bo aştî û civaka demokratîk xwe bi rêxistin dikin’ hat vekirin. Nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li civînê bûn.

Civîna gel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê DEM Partî yê Rêxistina Bajêr Veysî Dîlekçî axivî.

Veysî Dîlekçî bal kişand ser ketina qonaxa nû ya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û diyar kir ku aştî û avakirina civaka demokratîk bi rêxistinkirinê pêkan e û wiha got: “Divê em ne tenê derdora xwe, hewce ye em her derî rêxistin bikin. Em ketine pêvajoyeke nû, daxwaza me ya ji bo aştî û civaka demokratîk, xwe di nav vê pêvajoya rêxistinkirinê de pênase dike.”

‘Hebûna me bi rêxistinkirinê pêkan e’

Dû re Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan axivîn.

Neslîhan Şedal bi bîr xist ku di manîfestoyê de xala herî pêşîn rêxistinkirin e û ev tişt anî ziman: “Di manîfestoyê de jî di destpêkê de dibêje ‘Tu çi qas rêxistinkirî bî, tu ew qas heyî.’ Ji bo ku em hebûna xwe biparêzin, divê em di nav hemû saziyan û di nav civakê de xwe rêxistin bikin. Di heman demê de, di vê pêvajoyê de divê em bi tarzeke nû xwe bi saz bikin. Ev tarzê nû jî di nav civakê de, bi mezinkirina têkiliyan û bi rêxistinkirinê re wekî hebûna me tê pênasekirin. Ji ber wê yekê, hemû saziyên me û partiya me di vê pêvajoyê de xwe li gorî vê serdemê ji nû ve ava dikin û rêxistin dikin.”

‘Ji bo civaka demokratîk xwerêxistinkirin şert e’

Abdullah Zeydan jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina hişmendiya civaka demokratîk a di qonaxa nû de û bang li beşdaran kir ku her mal û kolanê bikin qada birêxistinkirinê.

Abdullah Zeydan anî ziman ku ji bo avakirina civakeke demokratîk, di vê pêvajoya nû de xwerêxistinkirin û yekîtiya civakî şertê herî bingehîn e.

‘Pêşengê gelê Kurd nayê xapandin’

Herî dawî Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar axivî û bal kişand ser polîtîkayên ku li ser gelê Kurd û pêşengên wan tên meşandin.

Mahmût Dîndar destnîşan kir ku tu lîstik nagihîjin armanca xwe û wiha got: “Serokê gelê Kurd naxapîne û nayê xapandin. Ji ber vê yekê, li hemberî her cure polîtîkayan, herî zêde di vê demê de pêdiviya me bi xwerêxistinkirinê heye. Divê em li her qadê hêza xwe bikin yek û xwe rêxistin bikin.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: civaka demokratîkcivîna gelWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Rengîn Karabûlût: Divê girtiyên siyasî beşdarî jiyana civakî bibin

24 COTMEH 2026
Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

22 COTMEH 2026
Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

20 COTMEH 2026
Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

16 COTMEH 2026
Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

15 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne