MKGê di salvegera 26emîn a de nûnera Kovara Ozgûr Halkê ya Amedê Nesrîn Teke li ser gora wê bi bîr anî. Endama MKGê Medîne Olçen diyar kir ku dê bi pênûsê xwe li ser şopa Nesrîn Teke bin û wiha got: “Kesên ku di rêya heqîqetê de bûn meşale û rêya me ronî kirin dê ji bîr nekin.”
Nûnera Kovara Ozgur Halkê ya Amedê Nesrîn Teke ya ku tev li çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ku li dijî komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn dest pêkirin bûbû û di sala 2000î de jiyana xwe ji dest dabû. Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Nesrîn Teke di 26emîn salvegera wefata wê de li ser gora wê ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi bîr anî. Endam û rêveberên MKGê, malbata Teke, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bernameyê bûn.
‘Bila êdî dilê dayikan neşewite’
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Di bernameya bîranînê de Nezahat Teke derbarê salvegera şehadeta keça xwe de axivî û wiha got: “Ne 26 sal, 126 sal jî derbas bibin em ê li ser şopa wan bin. Ez hêvî dikim ku ji niha û şûn de dayik li ser gora zarokên xwe lorîkan nebêjin. Bi hezaran dayik hene ku gora zarokên wan jî tune ye. Ez pir bikêfxweş im ku dikarim bêm ser gora wê û pê re biaxivim. Bila tu dayik negirîn û tu ciwan nekevin gorê. Min du soz dabûn Nesrînê. Min jê re gotibû ku tu baş bibî ez ê Kovara Ozgur Halkê kolan bi kolan belav bikim, wê jî ji min re got ‘ji bo ku dayik negrîn bixebite.’ Ez ê heta dawiyê li ser soza xwe bim. Min nekarî soza xwe ya din bigirim, ji min re gotibû tu yê negirî. Erê, min di cenazeyê wê de li ber xwe da. Dema min ew soz da, min nedizanî ku girtina wê û êşa ewladan ewqas giran e. Heya ku ez sax bim ez ê li ser riya Nesrînê bim, ez ê soza xwe bigirim. Ez hêvî dikim ku dengê dayikan bigihîje rayedaran û fêm bikin bê ka dilê dayikan çiqas dişewite.”
‘Bu meşale û rêya me ronî kir’
Li ser navê MKGê jî Medîne Olçen axivî û wiha got: “Em şehîdê xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Kesên ku di riya heqîqetê de bûn meşale û rêya me ronî kirin em ê ji bîr nekin. Weke rojnamevanên jin, tevî hemû zextan jî em ê bi pênûsa xwe li ser şopa wan bin. Em ê bibin şopdarên heqîqeta kesên ku bi keda xwe di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane.”
Bîranîn bi kirina dûayan û danîna kulîlkan a li ser gorê bi dawî bû.
















