• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bakirhan ji Amedê bang kir: Birêz Ocalan dil û hêviya bi milyonan e

Amed / AW

8 SIBAT 2025 - 15:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê rê bê paqijkirin û got: “Birêz Ocalan dil  û hêviya bi milyonan e. Heya hêviya bi milyonan di hucreyekê de di bin tecrîdê de be em ê ji vê samimiyeta we bawer nekin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di mîtînga “Ji bo aştiyê azadî” ya li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin de axivî. Bakirhan da zanîn ku em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got: “Rêjîmên otorîter ên ku nasnameyên cuda biçûk dixin û wan ji ser dika dîrokê derdixînin, yek bi yek hildiweşin. Di nava alozî, krîz û pevçûnên li Rojhilata Navînê de, ya herî ewledar tevdebûn û qebûlkirina cudahiyan e.”

‘Ocalan dixwaze aştiya Tirkiyeyê pêk bîne’

Bakirhan bal kişand ser hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê û wiha got: “Birêz Ocalan çi dike? Ji bo ku Amed azad bibe, qeyûm tayinî vîna Amedê neyê kirin, koçerên Sêrtê bi nasnameya xwe bi awayê jiyana xwe bi awayekî azad bijîn nexşerêyekê amade dike. Birêz Ocalan nexşeyarêya aştiyê amade dike. Nexşerêya aştiyeke birûmet amade dike. Nexweşêray tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû bawerî û nijadên li Tirkiyeyê bi awayekî wekhev bijîn amade dike. Birêz Ocalan dixwaze ku Tirkiye demokratik bibe. Birêz Ocalan dixwaze ku kurd bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxive û bi zimanê dayikê perwerde bibe. Birêz Ocalan dixwaze ku qeyûm tayinî vîna gelê kurd neyê kirin. Dixwaze bila Amed vîna Amedê bi rê ve bibe, bila Êlih vîna Êlihê bi rê ve bibe, bila Sêrtê vîna Sêrtê bi rê ve bibe.”

‘Amed dibêje azadî ji Ocalan re’

Bakirhan di berdewamê de wiha axivî: “Birêz Ocalan bi misogerkirina aştiyê dixwaze Tirkiye li Rojhilata Navînê bibe welatekî bihêz. Bi misogerkirina aştiyê wê Tirkiye bi reformên demokratîk li herêmê bibe mînak. Birêz Ocalan nexşerêyeke ku her kes bi nasnameya xwe bi azadî bijî amade dike. Niha ez ji we dipirsim, gelo hûn bi birêz Ocalan re ne? Hûn bi vê nexşerêya çareseriyê ya demokratîk re ne ku wê birêz Ocalan di nêz de eşkere bike? Wê ev dengê we yê gur, wê ev hêza we di rojên pêş de ber bi pêvajoyeke aştiyê layiqî me hemûyan biçe. Meraq nekin, netirsin. Kurd, ne kurdên sedsal berê ne. Kurd ne ew kurd in ku li ser maseyê bên xapandin. Gelê kurd, gelê herî dinamik, gelê herî bihêz û rêxistinkirî yê herêmê ye. Heya hûn hebin, wê tu kes nikaribe we bixapîne. Heya hûn bihêz bin, wê kesên me red dikin werin muzakereyê. Ji ber vê bihêz bin, bawer bikin û bihêvî bin.”

‘Ocalan dil û hêviya milyonan e’

Bakirhan destnîşan kir ku kes nikare dilê bi milyonan kesî di 12 metrekareyan de asê bike û got: “Ocalan dilê milyonan e, hêviya milyonan e. Heya hêviya bi milyonan di hucreyekê de di bin tecrîdê de be em ê ji vê samimiyeta we bawer nekin. Di 12 metrekareyan de mUzakere nabe. Di hucreyeke 12 metrekareyan de demokrasî nabe. Bihêlin bila Ocalan bi gelê Amedê re hevdîtinêb ike, bihêlin gelê Amedê û Ocalan bên cem hev.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne