Êlih – Welatiyê bi navê Mûsa Tan, beriya çend rojan li ber deriyê mala xwe ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve bi çekê hate kuştin. Keça wî Fatma Tan anî ziman ku ew ê li pey vê bûyerê bin û diyar kir ku divê rayedar li ser bûyerê bisekinin û bûyerê zelal bikin.
Mûsa Tan ê 70 salî yê ku li Êlihê dijiya, di 6ê Tîrmehê de dema piştî nîvro ji mala xwe ya li Taxa Hîlalê ya Êlihê derdikeve derve, li kuçeyê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrişeke çekdarî hatibû û bi giranî birîndar bûbû. Mûsa Tan rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê û tevî hemû mudaxileyan jî li wir jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Mûsa Tan li Goristana Girbereşk hate veşartin. Şîna ku ji bo Mûsa Tan duh li Taxa Beşevlerê hatiye danîn dê sibê bi dawî bibe. Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ve hatiye destpêkirin didome. Keça Mûsa Tan, Fatma Tan derbarê kuştina bavê xwe de ji ajansa me re axivî.
‘Bavê min got ‘min kes nedîtiye’
Fatma Tan anî ziman ku beriya ew bûyer were serê bavê wê, ew hemû weke malbat li malê rûniştîbûn û wiha axivî: “Piştî ku bavê min nimêja xwe ya nîvro kir derket derve. Ji ber ku saeta wî ya derketina derve diyar bû, her tim saet di duduyan de derdiket derve. Piştî ji malê derket penc deqe neket navberê du zarokên taxê hatin ber derî û ji birayê min re gotin; ‘hin kesan êrişê bavê we kiriye û bavê ketiye erdê.’ Heta em çûn cihê bûyerê, cîranê me ew rakiribûn nexweşxaneyê. Em jî li pey çûn û em gihiştinê. Dema em çûn nexweşxaneyê hin ekîbên polîsan jî li wir bûn û jê pirsîn, wî jî digot; ‘min kesî nedîtiye.’ Pişt re me jî jê pirsî ji me re jî got, ‘min kesî nedîtiye.’ Piştî ku emeliyat derbas kir ez û birayê xwe çûn cem wî, hê jî heta wê saetê hişê wî li serê wî bû. Li kolanê jî kesek tune bû. Jixwe di wan saetan de tax bêdeng bû, ji ber germê. Heta niha me nebihîstiye ku bavê min û kesekî li hev xistibin û em ne xwedî neyar in jî.”
‘Heta dewlet zelal neke em ê nesekinin’
Fatma Tan xwest ku rojek zûtir edalet were bicihanîn û wiha got: “Em dixwazin xwe teslîmê edaletê bikin. Ji ber ku barê me girane û êşa me jî zor e, em dixwazin di demek nêz de ev bûyer zelal bibe. Dibêjin her roj ekîb li taxê ne, lê em jî bi xwe û şîna xwe ve mijûl in. Piştî ku ekîb li vir bin divê êrişê derxe holê jî. Em bibêjin ku gumana me ji van kesekî hebe, ew jî tune ye. Îro şîna me li erdê ye, lê sibê em ê dest bi lêgerîna edaletê bikin. Ger ku dernekeve paqijiyê em ê wê demê tiştekî dinê bifikirin. Lê bi awayê ku tê gotin mesafeya ku gule lêketiye ne pir dûr bûye. Bi tenê di navberê weke deh metreyan mesafe hebûye. Ji ber ku ew qas mesafe kêm bûye guleya ku lê ketiye jî derketiye derve. Em ê dest ji vê dozê bernedin. Bavê min ne kesekî wisa biçûk bû. Ew bavê nirxan bû. Heskirina wî ma di dilê gelek kesan de hebû, ji ber vê yekê em ê jî heta dawî li pey vê bûyerê bin. Kî kiribe, heta dewlet zelal neke em ê nesekinin.”






