• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amerîka û Îran li hev dixin: Li Huzistanê 3 kes mirin

Navenda Nûçeyan / AW

9 TÎRMEH 2026 - 10:27
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Di êrişên nû yên hewayî yên DYAyê de li eyaleta Huzistan a Îranê herî kêm 3 kes mirin. Artêşa DYAyê ragihand ku wan li 90 hedefên leşkerî xistine. Mihafizên Şoreşê jî diyar kir ku wan êriş birine ser baregehên DYAyê yên li Kûweyt û Bahreynê.

Êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û rejîma Îranê li dijî hev berdewam dikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê IRNAyê, di êrişa hewayî ya DYAyê de ya li nêzî bajarê Ahvaz ê eyaleta Huzistanê, herî kêm 3 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Cîgirê Waliyê Huzistanê Valiullah Hayati ragihand ku êriş li derdora Ahvazê hate kirin û mirî û birîndar hene.

CENTCOM: Me li 90 hedefan xist

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku 8ê Tîrmehê li hemberî 90 hedefên leşkerî yên li Îranê operasyoneke nû pêk anîn.

Di daxuyaniya CENCTOMê de hate gotin KU sîstemên parastina hewayî jî di nav de li binesaziya leşkerî hatiye xistin û hate gotin, operasyon ji bo lawazkirina kapasîteya êrişê ya Îranê ya li ser deryavanên sivîl û keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê hatiye kirin.

Trump carek din gef xwar û êriş zêde bûn

Serokê DYAyê Donald Trump hişyarî da ku eger Îran êrişên xwe yên li ser keştiyên li Tengava Hurmuzê dewam bike wê operasyonên leşkerî yên “hîn girantir” pêk bînin.

Trump li ser platforma medya dîjîtal Truth Social daxuyaniyek da û wiha got: “Ev yek bersiva li hemberî bombardûmana doh a Îranê ya li ser keştiyan e. Eger dubare bibe wê encamên xwe hîn girantir bibe.”

Îran: Me li baregehên DYAyê xist

Mihafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihand ku weke bersiva li êrişên DYAyê wan li baregehên leşkerî yên Amerîkî yên li Kûweyt û Bahreynê xistine.

Di daxuyaniyê de ku li ser televîzyona dewletê IRIBê hate weşandin, hate îdîakirin ku bi fuze û balafirên bêmirov li baregehên Arifcan û Ali El Salem ên li Kûweytê û baregehên Cuffayr û Şeyh Îsa yên li Bahreynê hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de her wiha gef hate xwarin ku eger DYA êrişên nû bike wê li baregehên Amerîkî yên din ên li herêmê bixin.

Seferên trenê yên Tehran û Meşhedê hatin sekinandin

Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku piştî êrişên DYAyê seferên li trênê ya Tehran û Meşhedê hatiye sekinandin.

Fransayê banga bidawîkirina êrişan kir

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel-Barrot bang kir ku Îran û DYA dawî li “bersivdanê” bînin.

Tehran: Tengava Hurmuzê tenê bi şertên Îranê wê bê vekirin

Muzakerevanê sereke yê Îranê Muhammed Bakir Galibaf anî ziman ku Tengava Hurmuzê tenê bi şertên ku ji aliyê Îranê ve bên diyarkirin, dikare jinûve bê vekirin.

Galibaf ragihand ku siyaseta gef û zextê ya DYAyê wê bêencam bimîne.

Etîket: Amerîka û ÎranDYAŞerê Amerîka-Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tom Barrack bi Şara re civiya

Tom Barrack bi Şara re civiya

21 COTMEH 2026
Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

18 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Ji DYAyê amadekariya şerek domdirêj: Dema yekîneyên leşkerî dirêjkirin

Ji DYAyê amadekariya şerek domdirêj: Dema yekîneyên leşkerî dirêjkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne