• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Sêwregê meşa dijî destdirêjiyê: Em bêdeng namînin, îtaat nakin

Riha / AW

8 TÎRMEH 2026 - 20:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, bi sedan jin li dijî destdirêjiyê hatin cem hev û meşiyan. Jinan di çalakiyê de peyam dan û gotin: “Têkoşîna me dê heta jin azad bibin û kiryar cezayê ku heq dikin bigirin berdewam bike.”

Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî bûyera ku li gundekî Sêwregê kesên bi navê Şehmus S., Arif S., Halil S., Mehmet S. destdirêjî jinelê kiribûn, meşeke girseyî li dar xist. Ji Amedê jî gelek nûnerên saziyên sivîl û jin tevlî meşê bûn. Meş ji Parka Kanlikuyu dest pê kir û heta Parka Lezgo berdewam kir.

Di dirêjahiya meşê de jinan dirûşmeyên “Kiryaran neparêze, bernede, wan darizîne”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng namînin, natirsin, îtaat nakin” û “Bijî têkoşîna jinê” berz kirin. Her wiha dowîzên bi nivîsên “Dawî li tundiya li ser jinê bînin”, “Bê jin jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin, ked, azadî” hatin hilgirtin û pankarta “Destdirêjiyê rewa neke, kiryaran darizîne” hat vekirin.

Piştî meşê, ji bo şermezarkirina bûyerê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hat dayîn. Deklarasyona daxuyaniyê li ser navê platformê ji aliyê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Eriş ve hat xwendin.

‘Heta jin azad bibin dê têkoşîn bidome’

Adalet Eriş da zanîn ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina jinê roj bi roj zêdetir dibe û wiha axivî: “Em vê hişmendiya ku bedena jinê wekî qada şer dibîne û vîna jinê hedef digire, qebûl nakin. Li dijî her êrişeke ku mafê jiyanê, rûmet û azadiya jinê hedef digire, em ê bi têkoşîna jinê ya rêxistinkirî li ber xwe bidin. Em li vir careke din bang li rayedaran dikin: Divê kiryarên firar demildest werin girtin, pêvajoyeke dadwerî ya berfireh û şefaf were meşandin, her kesê ku hevkarê vî sûcî ye û kiryaran diparêze, li pêşberî hiqûqê hesab bide. Banga me ji bo jinan ev e: Li dijî tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên bêcezakirinê û pergala qirkirina jinê, em têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin. Tu jin ne bi tenê ye. Têkoşîna me dê heta jin azad bibin û kiryar cezayê ku heq dikin bigirin, berdewam bike.”

‘Ji bo dîtina kiryaran çi ji destê me bê em ê bikin’

Paşê Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Mercan Çîçek axivî û anî ziman ku ew ê şopdarên vê rûdanê bin û got: “Ev yek ji mînakên herî berçav ên tundiya mêr-dewletê ye. Kesên ku çeka dewletê hildigirin û alîkariya vê bûyerê kirine, ji bo me pirsgirêkeke mezin e. Li vir girtina jinekê ya bi darê zorê, destdirêjî û zewcandina bi zorê ji bo me nayê qebûlkirin. Em hemû bi hev re dengê xwe bilind dikin û em soz didin ku we li dijî vê yekê têbikoşin. Em tiştên li vir qewimîne şermezar dikin. Em jin careke din dibêjin ku em şopdarên vê dozê û vê pêvajoyê ne. Rewşa firar a kiryaran berdewam dike. Ji bo dîtina van kiryaran çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘Desthilatdarî hevkarê vî sûcî ye’

Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û bal kişand ser hêrsa jinan û wiha got: “Li vî welatî her roj jinek tê kuştin, rûbirûyê destdirêjiyê dibe û bi darê zorê tê zewcandin. Hûn dibînin em li vir in, li qadan wekî xwe diparêzin. Desthilatdarî hevkarê vî sûcî ye, em vê yekê li vir aşkere dikin. Jineke ciwan ji mala xwe hat revandin û rûbirûyê destdirêjiyê hat hîştin, lê kiryar hîna nehatine girtin. Em ê li dijî vê yekê derkevin û li kolanan bin. Hêrsa me heye û ev hêrs, hêrseke rêxistinkirî ye. Li Rihayê jineke ku di qonaxa berdanê de bû, tevî biryara parastinê jî hat kuştin. Kiryarê ku Emîne kuşt ne bi tenê ye, desthilatdarî jî kiryar e. Çimkî Emîne ji berpirsiyaran re gotibû ‘min biparêzin, ev zilam dikare min bikuje’. Mixabin îro Emîne di bin axê de ye. Ji bo ku Emîne yên din neyên kuştin, em ê li kolanan bin. Em ji vir bang dikin; jin ne bi tenê ne, em hene.”

Çalakî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Etîket: ÇalakîdestdirêjîJinmesSêweregTêkoşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

Egîd Akgun jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand

28 COTMEH 2026
‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

25 COTMEH 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Nerazîbûnên li Fransayê zêde dibin serdestan ditirsîne

Nerazîbûnên li Fransayê zêde dibin serdestan ditirsîne

24 COTMEH 2026
Di doza destdirêjiya li Sêweregê de 3 gumanbar hatin berdan

Di doza destdirêjiya li Sêweregê de 3 gumanbar hatin berdan

19 COTMEH 2026
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Tevî berdêlên giran, Kurd qala aştiyê dikin

Platforma Şiyar Be: Em ê bi hev re Farqînê biparêzin

17 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne