Hemwextî serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Şamê, li ser rêya di navbera Pira Victoria û Meydana Umewîyîn de teqîn çêbûn.
Îro li Şamê di kêliya ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li gel serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera hevdîtinan pêk dianî, teqîn çêbûn û hêzên ewlekariyê ketin nava seferberiyê. Heya niha desthilata Sûriyeyê der barê teqînan û encamên wê de daxuyanî nedane.
Li gorî agahiyên ji herêmê li dirêjahiya rêya di navbera Pira Victoria û Meydana Umewîyîn de rêzeteqîn li nêzî Otela Forsînozer, Wezareta Turîzmê û devera nêzî Pira Victoriyayê rû daye.
Piştî teqînan aliyên têkildar lêkolîn dane destpêkirin. Heya niha der barê bûyerê û ziraran de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Teqîn hemwextî serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku duh gihaşt Şamê, rû dan. Piştî teqînan Qesra Élysée daxuyaniyek da û diyar kir ku rewşa Macron baş e.
Ajansa Nûçeyan a hikumetê ya Sûriyeyê (SANA) wêneyên Macron li Koşka Gel a li Şamê weşand ku hevdîtinên xwe li gel Ehmed El Şera didomîne.













