Navenda Çandê ya Dîcleyê bi merasîmeke bi coş “Studyoya Çandê ya Dîcleyê” hat vekirin. Serokê Navenda Çandê ya Dîcleyê Celal Ekîn axivî û got: “Ev studyo ji bo nifşên nû ronahiya pêşerojê ye.”
Li navçeya Sûrê ya Amedê Navenda Çandê ya Dîcleyê bi merasîmeke bi coş “Studyoya Çandê ya Dîcleyê” hat vekirin. Tevî hevşaredarên Sûrê û Rezanê gelek kes tev li vekirina studyoyê bûn. Serokê Navenda Çandêya Dîcleyê Celal Ekîn di merasîma vekirinê de axivî.
‘Em ji bo nifşên nû kedê didin’
Celal Ekîn di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka keda çandî ya li navendê û got: “Hêviya me ew e ku ev hewldan bibe pira çandê. Ev studyo fersendê dide kesên ku dixwazin di qada hunerê de kedê bidin. Em vê xebatê ne tene ji bo îro, her wiha mîna mîrasekê ji bo nifşên nû ava dikin da ku bibe ronahiya pêşeroja wan.”
Peyal û Helîm Omerî li ser dike bûn
Piştî axaftina Celal Ekîn qurdeleya vekirinê hate birîn. Piştre bername bi beşa muzîkê berdewam kir. Hunermend Helîm Omerî û Koma Peyal derdiket ser dike û stranên xwe pêşkêşî mêhvanan kirin. Mêhvanan bi çepik û gerandina govendê tevlî bernameyê bûn.





















