Amed – Sibê li Enqereyê dê civîna NATOyê bê lidarxistin û civîn dê 2 rojan bidome. Civîn ji ber geşedanên dawî yên şer, pevçûn û berjewendiyên dewletan dê bibe civîna herî girîng ên salên dawî.
NATO piştî 2yemîn Şerê Cîhanê yekem carê xwe ewqas xwe di bin metirsiyê de hîs dike. Balkêş e ku çekên bi teknolojiya herî pêşketî di destê dewletên NATOyê de ye lê belê li gel vê yekê jî berjewendiyên dewletan û berxwedana hêzên derveyî tifaqa NATOyê pêkhateyê dixe nava fikaran. Polîtîkayên şer û pevçûnan encamên ku li bendê bûn neda dewletên girêdayî tifaqa NATOyê. Taybetî jî şerê Ukrayna-Rusyayê, şerê Îsraîl-DYA û Îranê peymanên di navbera Çîn û dewletên li Rojhilata Navîn hem NATOyê hem jî tifaqê xistiye nava fikaran, nediyarbûna rewşa ewlehî û aboriyê dewletan dixe nava lêgerîn pirsgirêkan.
Metirsiya belavbûnê dicive
Di demên dawî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi teknolojî û çekên bi xwe pêş xistiye xwest berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên NATOyê bigire dest lewre gelek caran serokê DYAyê Donald Trump daxuyaniyên li dijî tifaqê belav kir, xwest hemû dewletên endamtiya NATOyê dikin di şerê li dijî Îranê dane meşandin de li gel wan bin û bi her awayî piştgiriyê bidin şer. Bi boneya van daxuyaniyan, paşeroja NATOyê û xurtkirina tifaqê ev demên dawî bû rojeveke sereke ya NATOyê. Tê payîn ku dê ev civîn ji ber van sedeman bibe girîngtirîn civîna pêkhatiyê ya demên dawî.
Barê bûdçeyê giran dibe
Tirkiye dê mazuvantiya civîna NATOyê bike û ji ber vê mazuvantiyê dixwaze ji pêkhateyê taybetî di mijara polîtîkayên ewlehiyê de, stendina çekan, bi sînorkirina Îsraîlê xebateke dîplomasiyê bide meşandin. Desthilat ji bo dilê pêkhateyê xweş bike gelek çalakvanên naxwazîn civîna NATOyê pêk were û li dijî polîtîkayên şer in da binçavkirin. Ji ber girîngî û metirsiyê heyî tê payîn ku dê di vê civînê de biryarên zêdekirina çekan, pê re girêdayî bûdçeya ji bo NATOyê tên veqetandin jî zêde bike. Careke din çavkaniyên ji gel tên stendin li şûna vegere xizmeta civakê dê bibe çek û li ser gelan were barandin.













