Şirnex- Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş li Çiyayê Cûdî got ku di demsala havînê de wê qanûn derkevin û çek werin danîn.
Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş li Şirnex tev li bernameya Bîranîna Hz. Nûh bû. Nûman Kûrtûlmûş di bernameya li serê Çiyayê Cûdî de got ku hê demsala havînê xelas nebûyê wê qanûn derkevin.
Nûman Kûrtûlmûş di axaftina xwe de bal kişand ser xebata komîsyona ji bo pêvajoyê li meclîsê hatibû avakirin û wiha axivî: “Ji ber ez li bajarê Nûh im, ez gelekî bextewar im. Êdî ji van çiyayan şîna me ranabe, êdî li van çiyayan dayikên me rondikan nabarînin. Êdî ev çiyayên aştî û biratiyê ne. Ji bo ev mijar were çareserkirin sala borî li meclîsê komîsyonek hat avakirin û xebatek baş hate kirin. Di encama xebata me de raporek hat amadekirin. Îsal jî hê demsala havînê xelas nebûyî li gor rapora hatiye amadekirin dê qanûn werin amadekirin. Her wiha wê li gor çekdanînê ev gav werin avêtin. Ev mijar dê heta hetayê were girtin.
Nûman Kûrtûlmûş piştî axaftina xwe ji Çiyayê Cûdî çû navenda Şirnexê.













