• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Pirsa faîlên Vedat Aydin û Haci Mihci kirin: Kujer eşkere ye lê nayên darizandin

    Pirsa faîlên Vedat Aydin û Haci Mihci kirin: Kujer eşkere ye lê nayên darizandin

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Pirsa faîlên Vedat Aydin û Haci Mihci kirin: Kujer eşkere ye lê nayên darizandin

    Pirsa faîlên Vedat Aydin û Haci Mihci kirin: Kujer eşkere ye lê nayên darizandin

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

Amed / AW

4 TÎRMEH 2026 - 13:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa Hiqûnasên Kurd a Demokratîk ku li Amedê tê lidarxistin dest pê kir. Endam û nûnerên saziyên hiqûqê ku di destpêka konferansê de axivîn diyar kirin ku ev konferans dê bibe parçeyeke Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê û bingeha Kongreya Yekîtiya Neteweyî.

Konferansa Hiqûnasên Kurd a Demokratîk ku bi dirûşma “Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk” li Eywana Konferansê ya Çand Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, dest pê kir. Konferans ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ve tê birêvebirin. Serokên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, rêveberên saziyên hiqûqê û mafên mirovan û gelek parêzer tev li konferansê bûn. Her wiha rêveberên DEM Partiyê yên hiqûqnas jî di konferansê de amade bûn.

Konferansa wê 2 rojan bidome û bi 5 rûniştinan û 2 foruman pêk were. Di dawiyê de jî encamnameya konferansê dê bê eşkerekirin. Konferans, ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala têkoşîna parêzerên Kurd a ji bo parastina mafê gelê Kurd û zextên li dijî parêzerên Kurd û qetilkirina wan dikir, hate nîşandan. Piştî sînevîzyonê endam û nûnerên saziyên ku konferansê li dar dixin axivîn.

Destpêkê Hevserokên Giştî yên OHDê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak axivîn.

Serhat Çakmak di serî de ji bo beşdariyê spasiya baro û saziyên hiqûqê kir û wiha got: “Em weke Kurd derveyî hiqûqê hatine hiştin û welatê me jî bi sînoran hatiye parçekirin. Em weke hiqûqnas îro vê rastiya xwe dibînin. Em weke hiqûqnasên Kurd, hiqûqnasên gelekî bêhiqûq in. Divê em vê paradoksê di vê kongreyê de binirxînin û em ê di vê paradoksê de ji bo xwe rêyeke ava bikin û ji bo gelê xwe bibin pêşeng. Em belavbûna Kurdan di vê konferansê de bikin yek û ji hemû qadan re bibin pêşeng.”

‘Ew konferans dê bibe parçeyekî konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê’

Ekîn Yeter jî di destpêka axaftina xwe de hiqûqnasên di têkoşîna hiqûqê de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn û wiha axivî: “Ev konferans dîrokî ye. Ev konferans berdewama konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê ya sala 2013an e. Em ê di vê konferansê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna serdema nû binirxînin. Netew dewlet li ser yek netew ava dibe û netew û baweriyên din tune dike. Pergala hiqûqê jî li gor vê yekê tê sazkirin. Kurdan tu car ew polîtikayên tunehesibandinê qebûl nêkirin û li dijî van polîtikayan li ber xwe dan. Raperîna Şêx Saîd ne tenê raperîneke olî bû di heman demê de raperîneke netewî bû. Raperîna Agirî û piştî wê jî her wiha wisa. Kurdan bi van raperînan xwest bi mafên xwe bijîn. Komara Mahabadê yekêm hewldana Kurdan a weke netew bû û navê Kurd li cihanê jî bi nav û deng kir. Kurdan li dadgeha serdestan mafê Kurdan parast û gelek hiqûqnasên Kurd hatin qetilkirin. Serpehatiyên Başûr û Rojava jî nişana encama têkoşîna Kurdan e. Parastina van destkeftiyan di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin e. Mîsogerkirina mafê Kurdan di çarçoveya entegrasyona demokratik de yek ji xaleke vê pêvajoyeyê. Her wiha naskirina mafê ziman û neteweyî ya gelê Kurd di vê pêvajoyê de yek jî berpirsyariya me ye. Di heman demê de avakirina hiqûqa komînan û civaka demokratik jî berpirsyariya me ye. Ew konferansa me dê bibe yek ji parçeyekî konferansa mezin a Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê û her wiha ji bo Kongreya Yekitiya Neteweyî jî bingeheke.”

‘Divê em hiqûqnasên Kurd bibin yek û li ser mafê gelê Kurd bixebitin’

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî bi lêv kir ku ev konferans di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derxistina nêrîneke hevpar e û wiha got: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka ziman û çandî ye jî. Ji bo wê jî bi tenê siyasetê nayê çareser kirin. Bi hiqûq û edaletê pêkan e. Divê em li ser mafê ziman û statuya Kurdan jî nîqaşan bikin. Em weke hiqûqnas berpirsin ku mafê gelê Kurd biparêzin û ji bo van mafan têbikoşin. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e di heman demê de naskirina mafê gelê Kurd e. Divê em ji bo demokratîkkirina welat, li ser destûreke bingehîn a nû bixebitin. Ji bo vê jî rola me hiqûqnasên Kurd girîng e. Fikir û ramanên me çi dibe bila bibe divê em ji bo mafê gelê Kurd bi hev re bixebitin. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtineke de gotibû; ‘Tenê partiyeke Kurd nikarê temsîla Kurdan bike û divê kongreyeke neteweyî pêk were.’ Her wiha birêz Abdullah Ocalan bi fedekariyeke mezin ji bo hevserokiya kongreyê birêz Mesûd Barzanî û birêz Leyla Zana pêşniyar kir. Lê mixabin tevî ew qas sal jî bi ser re derbas bûn yekitiya Kurdan pêk nehat. Divê em hiqûqnasên Kurd bibin yek û li ser mafê gelê Kurd bixebitin. Jinên pêşeng ji nav civaka Kurd de derketine weke Zekiye Alkan û Berîtan. Ji bo wê civakeke demokratik bêyî azadiya jinan ne pêkan e.”

‘Gelê Kurd derveyî li hiqûqê hatiye hiştin’

Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk jî anî ziman ku piştî avabûna Komarê gelê Kurd li derveyî hiqûqê hatiyê hiştin û wiha pê de çû: “Mafên bingehîn ên gelê Kurd hatin binpêkirin. Kurdbûn hertim rastî zext û qedexeyan hat. Hiqûqnasên Kurd di nav vê bê hiqûqiyê de hiqûqa Kurdan parastin û berdelên mezin dan. Ez bawer im ew konferans dê bandorê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bike ku mafê gelê Kurd bê naskirin.”

‘Divê qanûna çarçoveyê teqez bi birêz Ocalan re bê muzakerekirin’

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin jî qala dîroka bêstatuhiştina Kurdan kir û ev yek anî ziman: “Di dema komarê de jî hemû mafên neteweyî yên gelê Kurd weke parçebûna welat hatiyê nirxandin û tunehesibandinê. Polîtikayên bişaftinê li dijî gelê Kurd û hemû pêkhate û baweriyên cuda hatiyê ferzkirin. Di encama van polîtikayan de şerekî zêdetirî 40 salan hat meşandin. Di vê pêvajoyê de hewcehî bi Komareke demokratîk ku mafê hemû netew û gelan mîsoger dike heye. Niha qala qanûneke çarçove tê kirin. Lê ew qanûn heke bi muxataban re neyê axaftin nikare çareseriyê bi xwe re bîne. Divê teqez bi birêz Ocalan re muzakere bê kirin û piştî li hevkirinê bê rojeva meclisê. Heke wisa nebe xetereya têkçûyina pêvajoyê heye.”

‘Ferhenga termên hiqûqê ya Kurdî dê bê çapkirin’

Hevserokê Komeleya Vekolîn û Perwerdehiya Hiqûqê (DADSAZ) Sîpan Gokan jî diyar kir ku li gorî lêkolînan dergûşa demokrasiyê Hewreman a Kurdistanê ye û wiha got: “Weke DAD-SAZ em mizginiyê didin ku di nava 2 mehan de ferhenga termên hiqûqê ya Kurdî dê bê çapkirin. Kapasîteya zimanê Kurdî jî ji bo hiqûqê ne kêm e. Divê di nava vê pêvajoyê de şert û mercên birêz Ocalan jî divê bi cih werin ku birêz Ocalan bikaribe bi rol û mîsyona xwe rabe. Divê em weke hiqûqnasên Kurd jî vî karê pîroz bi zimanê Kurdî bikin.”

Piştre jî peyamên hiqûqnasên Kurd ên ji Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ku ji konferansê re bi dîmen û niviskî şandibûn hatin xwendin û pêşkeşkirin.

‘Pirsgirêka kolektîf tenê bi naskirineke kolektîf çareser dibe’

Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û endamê Heyeta Îmraliyê parêzer Faîk Ozgur Erol jî bi bîr xist ku 11 sal berê jî li Amedê konferanseke hiqûqnasên Kurdistanê hatibû li darxistin û wiha axivî: “Ez bawer im ev konferansa me jî dê vê pêvajoyê bi her alî têr û tijî binirxîne. Me gelek caran li ser rewşa Serok Ocalan gotiyê tecrîd pêşî li çareseriyê û diyaloge digire. Divê em di vê pêvajoyê de jî di çarçoveya hiqûqa Kurditiyê de li ser hiqûqeke demokratîk bisekinin. Hemû qanûnên li dijî siyaset û welatê Kurdan cezakirineke kolektif bû. Kurd kiribûn amûrê cezakirina kolektîf. Pirsgirêka kolektîf tenê bi naskirineke kolektif çareser dibe. Entegrasyona demokratik hewcehî bi naskirineke kolektif dibe. Mafên gelê Kurd divê bi qanûnan bê mîsoger kirin. Berpirsyariya me jî parastina mafê kolektîf a gelê Kurd e.”

Abdullah Ocalan silav li konferansê kir  

Faîk Ozgur Erol di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di hevdîtina 24ê Gulanê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hemû beşdarên konferansê re silavên xwe şandine û wiha got: “Me jî dixwast em beriya vê konferanse peyama birêz Ocalan ji we re bînin lê hevdîtin nehat kirin û destûr nehat dayin. Ev rewşeke xeter e. Divê em bikarin her hefte bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Li gorî merheleya pêvajo gihiştiyê ew yek nabe û divê hemû kes bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Piştî axaftinan konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Abdulkadîr GuleçAbdullah OcalanCîhan AydinEkîn yeterFaîk Ozgur ErolKomeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)Konferansa Hiqûqnasên Kurd a DemokratîkSerhat Çakmak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Komînalê

Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Komînalê

4 TÎRMEH 2026
Ayşegul Dogan: Heyeta me nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

Ayşegul Dogan: Heyeta me nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

3 TÎRMEH 2026
Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Em ê nîqaş bikin ku statuya gelê Kurd dê çawa diyar bibe

Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Em ê nîqaş bikin ku statuya gelê Kurd dê çawa diyar bibe

3 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tê gotin li Hewlêrê balafirek Îranê hate xistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên Anatoliya Navîn ziman û çanda xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceribandineke nû ya ‘quartedê’: ‘Kelîyên Veşartî’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Aboriya Demokratîk dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji şofêrên Amedê çareseriya germê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (82)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne