Dadgeha Îstînafê, cezayê salek û 6 meh û 20 roj ê bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” li nûçegihanê me Mahmût Altintaş hatibû birîn, xera kir.
Nûçegihanê me Mehmût Altintaş bi hinceta nûçeya amade kiriye li ser medya dîjîtal parve kiriye, di 27ê Çileya 2024an li Semsurê hat binçavkirin û derbarê wî de bi angaşta ‘propagandaya rêxistinê’ kiriyê doz hat vekirin. Di danişîna yekêmîn de dadgehê bi hinceta, “Propagandaya rêxistinê kiriyê” saleke û 6 meh û 20 roj ceza li rojnameger Mahmût Altintaş birî. Parêzeran bi ser vê yekê ji bo îtîrazê serî li Dadgeha Îstînafê dan.
Dadgeha îstînafê di biryara xwe de diyar kir di parvekirinên rojnameger de suce propagandaya rêxistinê tune ye û biryar da ku cezayê hatiye birîn derveyî hiqûqê ye û ceza xera kir. Herwiha dadgehê parvekirinên rojnameger Mahmût Altintaş jî weke azadiya remanê nirxand û biryar da ku ji bo dosya ji nû ve were lêkolkînkirin ji dadgeha Semsûrê re were şandin.













