Hevserokatiya Konserya Rêveber a KCKê Alî Haydar Kaytan di salvegera 8emîn a wefata wî de bi bîr anî û wiha got: “Hesretên wî dê bibin hesretên me, têkoşîna wî dê bibe têkoşîna me. Dê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi munasebeta salvegera 8emîn a wefata yek ji kadroyên damezrîner ê PKKê Alî Haydar Kaytan daxuyanî da.
Di daxuyaniya KCKê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Salvegera 8emîn a şehadeta heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) e. Em yek ji damezrînerên koma Apoyî û hevrêyê 50 salan ê Rêber Apo heval Fuat bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; soza xwe ya ji bo bicihanîna hesretên wî dubare dikin.
Heval Fuat sala 1983yan ji bo şerê gerîla bide destpêkirin, derket serê çiyayên ku di tevahiya dîrokê de gelê Kurd parastiye; li çiyayên ku pir jê hez dike di 3yê Tîrmeha 2018an de şehîd bûye.
Heval Fuat ji civîna li Bendava Çûbûkê dest pê kir û şopdarekî bi israr ê xeta têkoşînê ya Rêber Apo. Ji bo ku kesayeta pêşeng û şoreşgertiya mezin a Rêber Apo ji hemû çêkera rêxistinê û hevrêyan re vebêje, hewldanên pir mezin daye. Weke hevalê ku rastiya Rêbertî her baş fêm kiriye û vedibêje, di nava Tevgera Azadiyê de ji bo pêşketina xeta fedayîtiyê bi roleke girîng rabûye. Lewma Rêber Apo got ‘hevalê ku min ji min zêdetir fêm dike û vedibêje’, cihê wî yê di têkoşîna me ya azadiyê de nîşan daye.
Helbestvanek ku pîvanên wî yên redkirin û qebûlkirinê bilind bû
Heval Fuat weke ewladê malbateke ku rû bi rûyê zilma qirkirina Dersîmê ya 1937-38an maye, bi bihîstina vê zilmê mezin bûye. Hêrsa wî ya li hemberî vê zilmê ew kiriye welatparêz û şoreşgerekî mezin. Lewma her tim gotiye, kesên ku zilma li gelê Kurd hatiye di mejî û dilê xwe de hîs dikin, wê bibin welatparêz û şoreşgerên mezin. Heval Fuat helbestvanek bû ku pîvanên wî yên redkirin û qebûlkirinê bilind bûn. Di helbestên xwe de hezkirina ji bo Kurdan û Kurdistanê diyar kir; hêrsa li dijî zilmê jî bi hestên pir xurt raber kiriye.
Heval Fuat ji bo perwerdekirina kadroyên Tevgera me ya Azadiyê û gelê Kurd bi roleke pir girîng rabûye. Ji bo felsefeya azadî û demokrasiyê bi rengekî xurt nîşan bide û li ser vî bingehî biryardarî û îradeya têkoşînê pêş bixe, hewldaneke pir mezin raber kiriye. Bi van hewldanên xwe weke hevalê ku hestên Tevgera Azadiyê xurt kiriye û di domkirin û pêşketina têkoşînê de Rêber Apo herî baş fêm kiriye, wezîfeyeke dîrokî bi cih aniye.
Nirxandinên heval Fuat ên bi hezaran rûpelî hene ku rastiya Rêbertî, PKKê, têkoşîna azadiyê, xeta azadiyê ya jinan, rastiya civaka Kurdistanê û Dersîmê vedibêje. Ev tiştên ku nivîsandine wê ji vir û şûnde jî ji bo perwerdekirina Tevgera Azadiyê û gelê me roleke girîng bilîze.
Heval Fuat li ser bingehê ku rastiya Kurdistanê bi kûrahî fêm bike, rastiya dîrokî ya Dersîmê û tiştên li Dersîmê qewimîne, bi kûrahî nirxandiye. Ji bo mirov tiştên ku di tevahiya dîrokê de li Dersîmê qewimîne û qirkirina 1937-38an fêm bike, divê heval Fuat fêm bike. Hemû tiştên ku di dîrokê de bi serê Dersîmê hatine, di nasname û kesayeta xwe de şênber kiriye. Li ser vî bingehî jiyana heval Fuat, ji bo ku ruhê azadiyê yê civakparêz ê dîroka Dersîmê di azadiya Kurdistanê de pêk were, dibe banga bilindkirina têkoşînê.
Em ê her tim valahiya heval Fuat hîs bikin
Em ê her tim valatiya heval Fuat hîs bikin. Em ê vê valatiyê jî bi hesret û hestên wî û bi bilindkirina têkoşînê, tijî bikin. Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Hesretên wî dê bibin hesretên me, têkoşîna wî dê bibe têkoşîna me.”













