• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojhat Dîlsîz: Dadgeh naxwaze doza Hurmuz Dîrîl zelal bike

Şirnex / AW

2 TÎRMEH 2026 - 12:16
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Heyeta dadgehê ya doza Hurmuz Dîrîl carek din doz taloq kir. Parêzerê malbatê Rojhat Dîlsîz piştî danişînê got ku heyeta dadgehê dixwaze vê dozê di taritiyê de bihêle.

Danişîna 3yemîn a doza Hurmuz Dîrîl ê ku 11ê Çileya 2020an de li gundê Mêhrê yê navçeya Elkê ya Şirnexê hatibû windakirin li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bi tevilbûna malbata Dîrîl, parêzerên malbata Dîrîl, Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û Apro Dîrîl ê ji dozê girtî ye hate lidarxistin.

Piştî tespîta nasnameyan Apro Dîrîl axaft û got ku ew gotinên xwe yên danişînên berê dubare dike.

Daxwaza parêzerê malbatê hate redkirin

Piştre parêzerê malbata Dîrîl, Parêzer Rojhat Dîlsîz xwest ku dadgeh derbarê xwestekên wan ên doza berê de biryarekê bide. Rojhat Dîlsîz wiha got: “Li ser vê yekê heyeta dadgehê hemû xwestekên parêzerê malbatê red kir. Ev doz ji 2020an heya niha didome û tu xwestekên me nehatin qebûlkirin. Em cardin dibêjin kesek tenê nikare vê buyerê pêk bîne û di dema lêpirsînê de heyeta dadgehê û dozgeriyê bi awayek rêk û pêk lêkolîn ser dozê nekirin. Heyet cardin dixwaze ceza li Apro Dîrîl tenê bibire û kesên din ên gumanbar bê sûc bihêle. Ji ber ku heya niha derbarê daxwazên me yên zelalkirina dozê de heyeta dadgehê tu gavên erênî neavêtine. Her wiha em wisa difikirin ku heyeta dadgehê bi van biryarên xwe bêalîbûna xwe aşkere dike û ji ber van hemû sedeman em daxwaza redkirina heyeta dadgehê dikin.”

Piştî daxwaza Parêzer Rojhat Dîlsîz heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê daxwaza redkirina heyetê qebûl nekir û doz taloqî 8ê Îlonê kir.

Bertek nîşanî biryarên dadgehê dan

Piştî danişînê malbata Dîrîl û kesên tev li danişînê bûne li hember biryarên dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerê malbatê, Parêzer Rojhat Dîlsîz got ku heya îro tu xwestekên wan nehatine qebûlkirin û wiha got: “Dadgeh dixwaze tenê kesekî weke sûcdar nîşan bide û serê buyerê bigire. Ev yek nayê qebûlkirin û divê sûcdarên buyerê werin darizandin. Ev dadgeh naxwaze buyerê zelal bike û em êdî dizanin ev heyeta dadgehê nikare vê buyerê zelal bike. Bila baş were zanîn ku li hember van biryaran bê deng namînin û em nabin şirîkî vê taritiyê.”

Etîket: Hurmuz Dîrîlparêzer Rojhat Dîlsîz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dadgeha Bilind beraeta doza Furkan û Muhammed xira kir

Dadgeha Bilind beraeta doza Furkan û Muhammed xira kir

31 TEBAX 2026
Ji bo doza Şîmonî Dîrîl serlêdana Dadgeha Bingehîn hat kirin

Ji bo doza Şîmonî Dîrîl serlêdana Dadgeha Bingehîn hat kirin

28 TÎRMEH 2026
Parêzerê malbata Dîrîl: Ez bi guman im ku ev doz jî weke ya Gulistan Dokû be

Parêzerê malbata Dîrîl: Ez bi guman im ku ev doz jî weke ya Gulistan Dokû be

12 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne